NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî rêveberiya CHP'ê ya Stenbolê ji wezîfeyê hat girtin, MYK'a CHP'ê di bin serokatiya Serokê Giştî Ozgur Ozel li Navenda Giştî civiya.
Dadgeha Asliye ya 45'an a Stenbolê, biryar da ku serokê di Kongreya Bajêr a Asayî ya 38'an a Stenbolê hat hilbijartin û rêveberiya wî ji wezîfeyê bê dûrxistin û lijneyeke rêveberi a demkî bê tayinkirin.
Piltî biryara ji wezîfegirtin, Lijneya Rêveber a Navendî ya CHP'ê, biryar girt ku li Navenda Giştî ya CHP'ê bicive.
MYK'a CHP'ê saet di 17.15'an de li Navenda Giştî ya CHP'ê kom bû.