Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe

img

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hêj nexşerêya xwe diyar nekiriye û got: “Tevî tecrîdê jî Abdullah Ocalan dixwaze di dewletê de aqilê çareseriyê pêş bixe.” 

 
Xebatên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya li Meclisê didomin. Komîsyona heta niha 3 caran civiyaye û dê di 19-20’ê Tebaxê de li Dayikên Aştiyê û komeleyên malbatên gerîla û leşker û polîsên jiyana xwe ji dest dane guhdarî bike. 
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê û endama komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî nîqaşên di çarçoveya pêvajoyê de û bendewariyên ji komîsyonê axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bertek nîşanî binavkirina îktîdarê ya “Tirkiyeya bêteror” da. 
 
'ZIMAN BI XWE DIYARKER E’  
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku ji bo çareseriyê hêj bi îktîdar û muxalefetê re nêrîneke hevpar û nexşerêyek ava nekirine û got: “Ziman, diyarker e. Bi qasî karên din girîng e. Pirsgirêkeke wekî pirsgirêka Kurd ku pirsgirêkeke red, înkar û pişaftinê ye hûn dixin asta ‘pirsgirêka terorê’ û ev jî nîşan dide ku hûn heqîqeta pirsgirêkê nabînin. Divê em bibêjin ku hêj aliyeke pirsgirêkê red dike jî heye. Divê zêdetir li ser sedemên pirsgirêka Kurd bisekinin. Nexwe dê nekarin çareseriyê pêş bixin. Pirsgirêk, encama polîtîkayên redkar û înkarger ên dewletê derket holê. Beriya PKK’ê jî pirsgirêka Kurd hebû û Kurdan her tim serî hildan. Divê ev piştperdeya dîrokî were fêmkirin. Ji bo hevrûbûnekî rast divê gotin û têgehên rast bên bikaranîn. Wê demê çareserî jî li ser zemîneke mayinde çêdibe.” 
 
'OCALAN DIXWAZE AQILÊ ÇARESERIYÊ PÊŞ BIXE’   
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, anî ziman ku tevî tecrîda li Îmraliyê jî Abdullah Ocalan hewl dide di dewletê de aqilê çareseriyê pêş bixe û wiha got: “Dixwaze hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin, misoger bike û welatekî ku hemû mafên gelê Kurd diparêze û welatekî demokratîk ava bike. Ji bo dewlet ji hêla demokrasî û zîhniyetê ve veguhere em hewl didin. Ji ziman heta nêzikatiyê, ji bo dewlet veguhere em her roj rûdinin, diaxivin, nîqaşan dikin. Komîsyon jî ji bo vê dixebite. Dewletê, îktîdarê û car bi car muxalefetê neçarî guherînê dike.” 
 
‘NEXŞERÊYEK TUNE YE’ 
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi lê kir ku nexşerêya xebatê ya komîsyonê hêj zelal nebûye û wiha pê de çû: “Divê nexşerê û salnameyeke xebatê ya komîsyonê hebe. Me ev yek di civînekê de ji Serokê Meclisê re jî got. Gotin ku dê xebatekê bikin. Heke miswedeyeke wê amade bikin û bidin me, em jî dê nêrîn û fikrên xwe parve bikin.” 
 
KOMÎSYON DÊ ÇI BIKE? 
 
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku komîsyon ne tenê têkildarî sererastkirinên yasayî yên têkildarî çekberdanê ye û ev tişt anî ziman: “Dê pirsgirêkê nîqaş bike, rêyên çareseriyê diyar bike. Dê ji hêla yasayî û civakî ve gavan biavêje. Di hinek mijaran de dibe ku pêşnûmeqanûnan amade bike û di hinek sernavan de jî tenê biryarên pêşniyarê bide. Yek ji erka wê ya sereke jî civakîkirina pêvajoyê ye. Dê çi bi kesên çek berdaye bibe? Di mijara veger an jî nevegera wan de pêdivî bi sererastkirinên yasayî heye Statuya wan a hiqûqî bê diyarkirin. Ji bo vê jî divê tavilê pêşnûmeqanûnek were amadekirin, pêşkeşî Komîsyona Îhtîsasê were kirin û piştre bibe qanûn. Ev dê bibe xebata şênber a ewil a komîsyonê.” 
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê daxuyand ku dê li ser aliyên bipirsgirêk ên mewzûata heyî jî nîqaş bikin û wiha got: “Weke mînak divê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) were rakirin û Qanûna Muhakemeyên Cezayan (CMK) û Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) bên sererastkirin. Ji bo bidawîkirina sepana qeyûm divê di yasayê de sererastkirin çêbibe. Ev xebat tevek dê ji hêla komîsyonê ve bê amadekirin û weke pêşnûme ji komîsyona têkildar re bê şandin.” 
 
‘DIVÊ HEM LI DAYIKA LEŞKERÎ HEM JÎ LI YA GERÎLA WERE GUHDARÎKIRIN’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, anî ziman ku divê navbera gelên Tirk û Kurd bê başkirin û got: “Girîng e ku êşên hatine kişandin bên sivikkirin û xwe bigihînin civakê. Divê gel hîs bike ku komîsyon û Meclis li wan guhdarî dike. Civînên ji Behra Reş heta Marmara û bajarên cuda girîng in. Divê hem li dayikên leşker û polîsan hem jî li dayikên gerîlayan were guhdarîkirin. Pêdivî bi vê heye.” 
 
NÊZIKATIYA CHP’Ê
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser helwesta CHP’ê ya di komîsyonê de û axaftina xwe wiha qedand: “CHP dixwaze komîsyon berfirehtir bixebite û ev tê fêmkirin. Pirsgirêka wekhevî û azadiyê ya Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd girêdayî hev in. Dema we pirsgirêka Kurd çareser kir, di esasê xwe de hûn astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê jî radikin. Sedema tayînkirina qeyûman a li şaredariyên CHP’ê, pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku beriya niha li Kurdan hate kirin. Bingeha xwe jî ji pirsgirêka Kurd digire. Heke hûn bi danezaneke ji 29 xalan pêk tê bênkomîsyonê û bibêjin ‘bila tevekan komîsyon çareser bike nexwe nabe’, wê demê hûn meseleya esasî ji dest didin.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 
 
 

Sernavên din

12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de diaxive
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn
15:22 Kurtulmuş: Meseleya esasî ya komîsyonê sererastkirinên pêwîst in
15:02 Li Îzmîr û Aydinê şewat derketin
14:40 Înîsiyatîfa Rêzgirtin Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re: Êrîşên li dijî cenazeyan zirarê dide pêvajoyê
14:18 Komîsyona Meclisê cara 3’yemîn civiya
14:15 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Komîsyon dê nexşerêyê nîqaş bike
14:03 Li Mersînê 11 kesên ku êrîş pêk anîbûn serbest hatin berdan
13:27 Dayika Metîn Arslan: Ez bi kurê xwe serbilind im
13:21 Ozgur Ozel têkildarî komîsyonê daxuyanî da
13:17 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
13:01 Li Sudanê li dijî kampa penaberan êriş hat kirin: 40 kes hatin qetilkirin
12:50 Şewata li Manîsayê di roja 2’yan de didome
12:14 OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
11:44 Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
11:43 Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
11:37 Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
10:46 Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
10:31 Ji Weşanxaneya Aramê 5 pirtûkên nû
09:54 Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
09:38 ‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
09:08 Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
09:02 Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê
09:01 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
09:00 ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2025’AN
07:59 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
07:53 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
11/08/2025
19:45 Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
18:19 Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
17:32 Di navbera Iraq û Îranê de peymana 'ewlehiya sînor'
17:18 Bahçelî: Dê bi rêya komîsyonê ewrên li ser aramî û biratiyê bên belawelakirin
17:13 Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir