WAN - Ji bo Şehmûs Ozkan ê HSD’î ku li Minbicê jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê şîn hate danîn.
Ji bo Şehmûs Ararat (Azad Ararat) ê HSD’î ku li bajarê Minbisê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Sixkê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn hate danîn. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û nûnerên Koordînasyona Saziyên Demokratîk jî di nav de gelek kes çûn serdanê.
Di serdana şînê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û sersaxî ji malbatê re hate xwestin.