DÊRSÎM - Welatiyên ku beşdarî Mihrîcana Munzûrê bûn, destnîşan kirin ku texrîbatên xwezayê tenê bi têkoşîneke birêxistinkirî ve dikara bê rawestandin.
23’yemîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku bi dirûşma “Dêrsim jiyan e; dest nede xwezaya min, vîna min, zimanê min, baweriya min” bi dawî bû. Bi mihrîcanê de bi domdarî mijarên wek jin, ziman, çand, civaka demokratîk û texrîbatên ekolojîk hatin rojevê. Welatilyan li dijî xebatên madenê yên li bajêr bertek nîşan da.
Leyla Kaya ya ku beşdarî mihricanê bû, diyar kir ku divê li dijî êrişên rantparêziyê têkoşîn bê kirin. Leyla Kaya, destnîşan kir ku divê kesên demokrat û rewşenbîr li dijî texrîbatên ekolojiyê bibin yek û ji bo vê xebatên wiha mihrîcan girîng in.
Gullu Yucetepe, diyar kir ku ji bo rantparêziyê welat hatiye talankirin û got: “Min di dema tu hikûmetêkî de ewqas texrîbat nedît. Xweza me hemû hate firotin. Bendav hatin çêkirin, evên me hatin birîn. Av kêm bûne ev textîbateke mezin e. Ez pir xemgîn im. Divê em li dijî vê yekê têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
‘DIVÊ MIROV BÊN SERWEXTKIRIN’
Yekta Şengezer, diyar kir ku ji ber bendav, santralên hîdrolektrîk xweza, av, ax hatine xirêjkirin û texrîbkrin û wiha axivî: “Li vir gelek nebat şîn tê, av tê vexwarin, ajal diçêrin. Qirêjkirina xwezayê zirarê dide jiyanê. Talana daristanan dibe sedema nebarîna baranê. Divê hinek kesen dilsoz li gundan bigerin, gel serwext bike û rêxistin bike.”
‘POLÎTÎKAYÊN BÊ MIROV HIŞTIN TÊ ŞOPANDIN’
Esma Anlamaz, destnîşan kir ku li Dêrsimê li dijî xweza, çand, baweriyê êriş heye û ev tişt got: “Jixwe dema çand, ziman û baweriya bajarekî bê tunekirin ew bajar mehkûmê tunebûnê dibe. Li vir polîtîkayên bi morv hiştinê tê rivebirin. Lı seranserê Kurdistanê ev rewş heye. Bi polîtîkayên sistematik xweza me tê talankirin. Êrişeke cidî heye li dijî xweza û zimanê me. Bi rêxistinbûnê ve em dikarin li dijî van têbikoşin.”