DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne

  • rojane
  • 12:12 28 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED – DFG’ê rojnamevan Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan ên ku di salên 1992-1993’yan de hatine kuştin bi bîr anî û di daxuyaniyê de got: “Şehîdên çapemeniya azad rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne.”

 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta  salvegera kuştina rojnamevan Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan daxuyaniyek weşand û rojnamevan bi bîr anî.
 
DFG’ê bi sernavê “Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne” daxuyaniyê belav kir.
 
Daxuyaniya bîranîna her sê rojnamevanan bi vî rengî ye:
 
“Dema em li salên 90'î dinêrin, dibînin ku Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan têkoşîneke bêhempa meşandine û di vê têkoşîna birûmet de li refên pêş ên artêşa çapemeniyê de cih girtine. Mîrateya Çapemeniya Azad girtin ser milên xwe, wan ji bo ku rastî di tariyê de nemîne têkoşiyan. Hêzên tarî, yên ku tehamûlî têkoşîna Ferhat, Çetîn û Yahya ya ji bo rastiyê nekirin, di meha Tîrmeha 1992-1993'yan de sê rojnamevan hedef girtin. Weke şopînerên şehîdên çapemeniya azad em dubare soz didin ku em ê pênûsê wan li erdê nehêlin. Şehîdên çapemeniyê rûmeta me û sedemê têkoşîna me ne.
 
FERHAT TEPE
 
Ferhat Tepe, di Gulana sala 1974'an de li Bedlîsê tê dinê. Dibistana navîn, seretayî û lîseyê li Bedlîsê dixwîne. Gava di pola dawî ya lîseyê de ye dibe nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê. Wexta di rojnameyê de dixebitî, di 28’ê Tîrmeha 1993'yan de ji malê derdikeve û 3 kes wî direvînin. Wesayîta lê tê siwarkirin li ber Qereqola Navçeyê ya Bedlîsê tê dîtin. Çendî ku malbata Tepe serî li qereqolê didin jî binçavkirina wî nayê qebûlkirin.
Wê demê bav Îshak Tepe jî Serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Bedlîsê ye. Piştî revandina Ferhat Tepe, komeke ku navê “Tûgaya Tolhildanê ya Tirk” telefonî wî dike û jê re dibêjin wan Tepe revandiye û jê xwestine heger PKK turîstên revandine berde heke milyarek pere bidin wan wê Tepe berdin. Malbata Tepe ku cihek nehişt serî lê nedan di 8ê Tebaxê de xebera mirina Ferhat tepe digire. Cenazeyê Tepe li nêzî Gola Hazarê ya Xarpêtê tê dîtin.
Malbata Tepe der barê revandina kurê xwe û kuştina wî de serî li gelek cihan dide. Lê belê dîsa jî lêpirsîneke bibandor nayê kirin. Malbata Tepe, piştî ji dadgehên Tirkiyeyê tiştekî bi dest naxe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh jî Tirkiyeyê mehkûm dike û 28 hezar Euro ceza lê dibire. Malbata Tepe piştî biryara DMME'yê jî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernade û serlêdanên wê hemû hatin redkirin. 14 kesên ku gotibûn Tepe li Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan a Amedê dîtine jî, tu carî wekî şahid nehatin guhdarkirin. Di esasê xwe de dihate xwestin ku qetilkirina Ferhat neyê zelalkirin. Ji ber ku dewletê nedixwest rastî derkevin holê ji ber wê Ferhat qetil kiribû. Di 27 salên derbas bûyî de kujer di wijdanan de hatin mehkûmkirin lê dewletê tu car nexweş bûyer were aşkerekirin.
 
ÇETÎN ABAYAY
 
Çetîn Abayay di sala 1969an de li Êlihê tê dinê. Li malbateke ku çar zarokên wan hebû mezin bû. Lê malbat di serdema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê bi polîtîkayên zext û îşkenceyê yên dewletê re rû bir û mabû. Bavê Çetîn Abayay, Mehmet Abayay jî demekî dirêj di girtîgehê de hate ragihandin û piştî berdanê demekî kurt jiyana xwe ji dest da. Çetîn ê di hawîrdoreke wiha de mezin bû xwediyê kesayeteke fedakar bû. Rojekê cil û pêlava xwe dabûn kesekî pêdiviya wî pê hebûn û bi cilên wî yên çiriyayî vegeriya bû malê. Abayay di zarokatiya xwe de di nava têkoşîna netewî ya Kurd de cih girt. Abayay hêj 16 salî bû, di dema diçû lîseyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Abayay 6 mehan di Fermandariya Cendirmeyan ya Sêrtê de hat ragirtin û îşkence dît. Wê deme fermandariyê qebûl nekir ku Çetîn di destê wan de ye û nehiştin bi kesê re hevdîtinê bike. Piştî Abayay girtin wî şandin Girtîgeha Amedê. Piştî Abayay 5 mehan girtî ma û derket. Dayika Çetîn wê demê dema çûbû serdana kurê xwe ew nas nekiribû. Abayay piştî ji girtîgehê derket di Kovara Ozgur Halkê de dest bi xebatê kir. Dema dixebitî careke din hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de hat ragirtin. Lê belê Abayay dema derket ji cihê ku kar hiştibû berdewamî karê xwe kir. Çetîn Abayay pişt re gelek caran hate binçavkirin. Ji ber ku wê demê li Êlihê kengî bûyerek qewimî buya her tim ew berpirsyar digirtin.
 
Dema wê demê gef li xebatkarên Ozgur Halkê hate xwarin û neçar man dest ji kar bihêlin, Çetîn Abayay xwe berpirsyar dît ku buroyê vekirî bihêle û dest bi rojnamegeriyê kir. Wê demê bi telefonê li malbatê digeriyan û gef lê dixwarin.
 
Tevî ku gef li Çetîn dihatin xwarin û hevalên wî dihatin kuştin jî her serê sibê wî deriyê buroyê vekir û bi xetereya canê xwe rojnamegerî kir. Di 29'ê Tîrmeha 1992'yan de dema bi hevalekî xwe re diçû malê saet di 19.30an de êrişî wan kirin. Sê kujerên ku du ji wan 18-19 salî bûn û yek ji wan jî 25 salî bû xwestin êrişî hevalê Çetîn jî bikin lê çeka wan xerabû û reviyan. Hevalê wî yê ji mirinê zivirî têkildarî êrişê malbat agahdar kir.
 
Li gorî vegotina şahidan, polis piştî kêliya gule li Çetîn hatin barandin hatin cihê bûyerê û Çetîn birine Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Malbat jî li ser vê yekê diçe nexweşxaneyê. Piştî mudaxileya ewil a li nexweşxaneyê Çetîn bi ambûlansê dibin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Çetîn Abayay rojekê pişt re di 30'ê Tîrmeha 1992'yan de saet di 10.00'an de jiyana xwe ji dest da.
 
YAHYA ORHAN
 
Yahya Orhan di sala 1964an de li navçeya Kercews a Êlihê tê dine. Yahya dema temenê wî hêj biçûk bû bavê xwe ji nexweşiya penceşêrê winda kir. Yahya piştî Lîseya Kercewsê xelas kir nekarî biçe zanîngehê ji ber ku weke mezinê 7 xwişk û birayan neçar mabû ku ji bo debara malbatê bixebite. Yahya Orhan ê beriya niha ji bo rojnameyên din dixebitî piştî rojnameya Guneşê ya herî dawî tê de xebitî li rojnameya Yenî Ulkeyê dest bi xebatê bike û gelek keyfxweş bû. Ji hevjîna xwe Turkan a di sala 1984an de pê re zewicî re wiha digot “Êdî em ê ji xwe re bixebitin”. Weke hemû nûçegihanên Yenî Ulkeyê ku heftane dihate weşandin derbasî rojnameya Ozgur Gundem a rojane dihate weşandin bû. Di vê serdemê de gelek caran gef li Yahya tên xwarin û heta carekê Qeymeqamê Kercewsê bi xwe jê re dibêje ku dê bê kuştin. Lê nekarin vî mirovê ku dilê wî ji bo gelê wî lê dida asteng bikin ku rastiya ne nivîsîne.
Dema Yahya pîrozbahiyên Newroza ku di 21'ê Adara 1992'yan de li Kercewsê hate lidarxistin dişopand, wênegira wî şikandin, fîlmên wê şewitandin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Lê di 28'ê Hezîrana 1992'yan de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve hate berdan.
 
Yahya Orhan di 31ê Tîrmeha 1992'yan de dora saet 21.00'an bufeya rojnameyê girt û demekê li qehwexaneyê rûnişt. Yahya dora saet 23.00'an li ber deriye mala xwe hate gulebaran kirin. Ji ber tarî bû qalikên guleyan nehatin dîtin, polîsan jî bêyî ku lêkolînê bikin cenaze wergirtin û çûn. Di saetên sere sibê de 27 heb qalikên guleyan hatin komkirin û radestî dozger hatin kirin. Dosyaya têkildarî qetilkirina Yahya Orhan herî dawî weke raza dewletê rakirin û xistin rafekê. An ku di vê dosyayê de kes nehate darizandin.”
 

Sernavên din

16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn
13:06 Encamnameya Konferansa Yekitiya Neteweyî: Dem dema bi hev re qezenckirinê ye
12:31 Hêzên Îranê kolberek kuştin
12:28 Li Nîjeryayê qezaya keştiyê: 25 mirî, bi dehan kes winda ne
12:28 Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN