Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e

  • rojane
  • 09:17 17 Tîrmeh 2025
  • |
COLEMÊRG – Tevî ku rojên di ser merasîma dîrokî ya PKK'ê re derbas bûne jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku dewletê hînê ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye û gotin, "Eger tê xwestin gavek were avêtin, divê pêşî Rêber Apo bigihêje azadiya fîzîkî. Li gel vê yekê serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş mecbûriyetek e."
 
Dengvedana merasima îmhakirina çekan a PKK'ê ku di 11 'ê Tîrmehê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, berdewam dike. Di nava kesên ku ev merasîma dîrokî ji nêz ve dişopînin de dayikên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne û bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin jî hebûn.
 
Dayikên Aştiyê yên ku li navçeya Geverê ya Colemêrg beşdarî merasîma li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn, daxwaza xwe ya ji bo gavên hiqûqî yên şênber bên avêtin anîn ziman.
 
‘HÊ JÎ GAV NEHATIYE AVÊTIN’
 
Ji dayikan Gulbeyaz Mihci da zanîn ku tevahiya civak ji ber şerê demdirêj êşê dikişîne û got, "Hêvîdarim wê dawî gelekî bedew bibe. Bi daxuyaniya Serokatî re PKK'ê çeka xwe li pêş çavên tevahiya cîhanê hişt û ev yek li vê cîhanê gelekî deng veda. Tayyîp Erdogan jî daxuyanî da, lê hêj tu gavên çareseriyê nehatine avêtin. Eger gaveke samîmî were avêtin, divê beriya her tiştî Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest bixe. Her wiha serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş divêtiyek e. Piştî ku ev gav hatin avêtin, em ê bawer bikin ku pêvajoya aştiyê destpê kiriye. Weke Dayikên Aştiyê em bi salan e li bendê ne ku ev xwîn raweste û aştî pêk were. Em bang li dayikên leşkeran û dayikên şehîdan dikin; Werin em bibin yek û bi hev re vê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin da ku ev xwîn raweste û zarokên me êdî nemirin."
 
MASEYA ÇARESERIYÊ
 
Gulîzar Yaşar bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo hemû gelan û wiha got: "Ev pêvajo ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Divê bi awayekî cidî bê meşandin. Hin dayikên gerîla û hin dayikên leşkeran nekarîn cenazeyên zarokên xwe jî bibînin. Em dixwazin qet nebe hestiyên zarokên xwe bibînin. Em naxwazin êdî dayikên gerîla û dayikên leşkeran rondikan bibarînin; divê ev xwîn raweste. Em dixwazin her kes bi hev re di nava aştî û aramiyê de bijîn."
 
Saadet Dogma ku diyar kir ku nêzî 50 sal in gelek windahî hene wiha berdewam kir: "Em êdî naxwazin ti dayik bigirîn an jî dilê wê bişewite. Em dixwazin hemû gerîla bi malbatên xwe re ji nû ve bibin yek. Em daxwaza berdana hemû dîlgirtiyan dikin. Ev hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo tirkşan şansê dawî ye. Birêz serokkomar, guh bide hemû dayikan. Bila bizanibe ku van hemû salan çiqas êş û îşkence kişandine. Hem Tirk hem jî Kurd gelek windahî dan. Çareserî wê bi rûniştina li ser maseyê û axaftinê pêk were. Çav û guhê me li gavên ku dê dewlet bavêje ye. Hêvîdarim ev pêvajo bi çareseriyeke ku her kes karibe di nava aştî û aramiyê de bijî, bi encam bibe.”
 
‘DAYIK AMADE NE’
 
Fatma Temel anî ziman ku pêvajo ji bo tevahiya raya giştî, bi taybetî jî ji bo dayik û ciwanan hêviyê dide û wiha got: "Gava pêşîn a ku divê Erdogan bavêje ew e ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bike. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî û nexweş serbest bên berdan. Weke Dayikên Aştiyê em amade ne di vê pêvajoyê de ya ji destê me tê bikin."
 
 

Sernavên din

16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket