NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê têkildarî pevçûnên li Siwêdayê yên di navbera Durziyan û komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, banga agirbesta lezgîn kir.
Li bajarê Siwêdayê yê li başûrê Sûriyeyê ku piranî gelê Durzî lê dijî, di navbera Durziyan û komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de şer heye. Di şerê heta niha de 37 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya HSD’ê wiha ye:
“Em êriş û binpêkirinên domdar ên li gund û bajarokên parêzgeha Siwêdayê şermezar dikin ku di encamê de hejmareke kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan mal û mezreyan sivîlan hatin şewitandin û wêrankirin. Êrişên domdar ên li ser gelê me yê Siwêdayê û tengavkirina domdar ên jiyana wan, çûn û hatin û xwestekên wan, ji bo me çavkaniya fikaran e. Di heman demê têkbirina hêviyên Sûriyeyiyan e.
Em banga agirbestê û garantiya ku ev êriş dubare nebin dikin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê derfet li pêşiya însiyatîfên nîştimanî were vekirin ku li gorî hêviyên tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê be."