AMED - Li xizmên Mehmet Şîrîn Kocakaya ku di sala 2016’an di dema operasyona leşkerî ya li Liceyê de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, ceza hate birîn.
Welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Kocakaya di sala 2016’an li navçeya Licê ya Amedê di dema operasyona leşkerî de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Xizmên Kocakaya û nûçegihanê Azadiya Welat Sadik Araz ku wê demê li herêmê bû jî di nav de der heqê 29 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryar hate dayin.
Danişîna 27’emîn a dozê ku bi îdiayên “Her çend endamên rêxistinê nebe jî alîkarî daye rêxistinê”, “Muxalefeta li dijî Qanûna îdareya Bajar a Hejmar 5442”, “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye”, “Heqaret” û “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Kesên tên darizandin tev li danişînê nebûn. Parêzer di danişînê de amade bûn. Dozgerî xwest ceza li 29 kesan were birîn.
Parêzeran, daxwaza beraetê ji bo miwekîlên xwe kirin. Şandeya dadgehê, bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna Îdareya Bajar a Hejmar 5442” 2 meh û 15 roj cezayê hefsê da Araz û 21 kesên din. Dadgehê, ji bo kesên din jî biryara beraetê da.