AMED - Koma ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û nivîskaran pêk tê, ji bo şopandina torena PKK’ê ya li Silêmaniyeyê li Amedê bi rê ket.
PKK, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dê li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê torena çekberdanê li dar bixe. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên ku li Amedê kom bûn û dixwazin torenê bişopînin, ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ketin. Koma ku derdora 150 kes in û li pêşiya Stadyuma Amedê kom bû, ji bo torena sibe dê were lidarxistin ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket.