STENBOL- Şêwirmendê Rojhilata Navîn ê Koma S&D ya Parlamentoya Ewropayê Francesco Cerasani diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî şer û xetereyên li Rojhilata Navînê rêya çareseriya demokratîk nîşan daye û got ku azadiya Abdullah Ocalan hem ji bo Rojhilata Navînê hem jî ji bo Ewropayê pir girîng e.
Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" a ku ji aliyê Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hat destpêkirin de, şandeyeke ji 39 kesan pêkhatî ku akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên tê de cih digirin, di 1ê Tîrmehê de hat Tirkiyeyê. Şêwirmendê Rojhilata Navîn ê Koma Partiya S&D (Koma Sosyalîst) ya Parlamentoya Ewropayê Francesco Cerasanî ku di nava şandeyê de cih girt û li Stenbolê beşdarî rêzehevdîtinan bû, li ser "Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan axivî.
‘OCALAN DERIYEKE NÛ VEKIR'
Cerasanî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan demeke pir dirêj e ji bo edalet û serweriya hiqûqê têdikoşe û got ku wekî welatiyekî îtalyayî, ew xwe berpirsiyar hîs dike. Cerasanî destnîşan kir ku dibe ku tiliya Îtalyayê jî di komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de hebe û got: "Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku berpirsiyariya me heye ku em piştgiriyê bidin birêz Ocalan û ez dixwazim pê re hevdîtinê bikim."
Cerasanî diyar kir ku ramanên Abdullah Ocalan ên li ser modernîteya kapîtalîst pir bibandor in û got: "Em têkoşîna wî ya berê jî dizanin. Lêbelê, bi banga wî ya dawî ya ji bo aştî û civakeke demokratîk, deriyekî nû li ber demokrasiya civakî û azadiyan vekir. Ev yek li seranserê Ewropayê pir bi bandor e. Azadiya Abdullah Ocalan û çareseriyeke aştiyane ji bo hemû kurdan girîng e. Ji ber ku Ocalan kesekî rêzdar e û ji aliyê her kesî ve rêz lê tê girtin. Ji ber vê yekê, azadiya Ocalan tê wateya misogerkirina azadiya gelê kurd. Ocalan niha ji bo çareseriyeke aştiyane danûstandinan dike ku ev pir girîng e. Dema ku em li Rojhilata Navînê dinêrin, em tenê şerekî wêranker û xetereyeke zêde dibînin. Li hember vî şerî, Ocalan nîşan dide ku çareseriyeke aştiyane û demokratîktir heye. Ji ber vê yekê, azadiya birêz Ocalan hem ji bo Rojhilata Navînê û hem jî ji bo Ewropayê pir girîng e."
‘DIVÊ TIRKIYE DEMOKRATÎK BIBE'
Cerasanî destnîşan kir ku divê pirsgirêka kurd bi awayekî navxweyî were çareserkirin û got: "Tişta ku ez dixwazim li vir destnîşan bikim, pêwîstiya demokratîkkirina saziyan li Tirkiyeyê ye. Divê girtî tavilê werin berdan û bigihên azadiya xwe. Li hevkombûna hemû partiyên li Tirkiyeyê û ji aliyê civakê ve qebûlkirina pêvajoyê pir girîng e. Demokratîkkirina Tirkiyeyê pir girîng e, ji ber ku berdewamiya pirsgirêka kurd ne tenê tê vê wateyê ku mafên gelê kurd tên desteserkirin û di xetereyê de ne; şerekî nêzîk gefê li hemû gelên Tirkiyeyê dixwe. Ji ber vê yekê, demokratîkkirina Tirkiyeyê dê bi kêrî hemû gelên Tirkiyeyê bê."
‘DIVÊ SERDAN BIDOMIN'
Cerasanî diyar kir ku gelên Îtalyayê dostên gelê kurd in û hesteke berpirsiyariyê li hember Abdullah Ocalan hîs dikin û wiha domand: "Abdullah Ocalan bi taybetî bi banga 27'ê Sibatê piştgiriyeke mezintir bi dest xist. Lêbelê, divê ev bang di çapemeniya Îtalyayê de bêtir xuya bibe. Ji bo vê armancê, divê kurdên li dîasporayê dijîn û dostên wan peyama Ocalan bêtir belav bikin. Divê ne tenê li Îtalyayê, lê di heman demê de li Almanya, Fransa û Belçîkayê jî hewldanên bi vî rengî werin kirin. Wekî din, divê serdanên bi vî rengî yên Parlamentoya Ewropayê pirtir bibin. Dema ku ez vegerim welatê xwe, ji bo şopandina pêşketinên siyasî yên li wir û ji bo serlêdanan ez ê tevbigerim."
MA / Esra Solîn Dal