NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja duyemîn a konferansa 100’emîn salvegera serhildana Şêx Seîd de dîroka serhildanê û bandora wê ya li Rojhilat, Bashûr û Rojava tê gotûbêjkirin.
Konferansa bi sernava “Serhildana Şêx Seîd di 100 saliya xwe de, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û îtîrazên kolektîf” ku li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Di roja duyemîn a konferansê de bandora serhildanê ya li ser parçeyên Kurdistanê, pêvajoyên koçberî û sirgûnê û dînamîkên civakî û siyasî yên piştî serhildanê pêş ketine tê gotûbêjkirin.
BAYRAK: DER BARÊ SERHILDANÊ DE BELGEYÊN NÛ DERKETIN HOLÊ
Konferans di roja duyemîn de bi rûniştina çaremîn dest pê kir. Moderatoriya konferansê ji aliyê Kubra Sagir ve hate kirin û Nivîskar û Lêkolîner Mehmet Bayrak pêşkêşiya bi navê ‘’Planên Sererastina Rojhilatê û bandorên wê yên li ser roja me’’ kir. Bayrak ev tişt got: ‘’Têkildarî Serhildana 1925’an belge û agahiyên nû derketin holê. Belge, ji gotinên dewletê yên fermî cudatir nîşan didin ku di planên veşartî de nêzîkatiyeke îtîrafkar, înkarker û zextkar hatiye qebûlkirin. Gelek rastiyên ku bi awayekî eşkere tên redkirin, di belgeyên veşartî de tên qebûlkirin. Ev rewş li Tirkiyeyê avaniya polîtîkayên dewletê yên dualî yên li ser Kurdan nîşan dide. Tevî ku gelêKurd yek ji gelê kevntirîn gelekî van xakan e jî ji sedsala 19’emîn û pê ve bi polîtîkayên zextê, sirgûnû asîmîlasyonê re rû bi rû man.’’
Kadroyên Îtîhad Teraqiyê belgeyên sexte, pirtûkên sexte û raporên manipulatîf dane amadekirin. Dîrok, nasname û hebûna gelê Kurd bi belgeyên sexte hatin înkarkirin. Di van belgeyan de gelê Kurd weke ‘’hênama gefê’’ tê pênasekirin û di nava tedbîrên li hemberî wan de rêbazên weke sirgun, tunekirina çandî û asîmîlasyonê hene. Di vê serdemê de polîtîkaya ‘paqijiya etno-olî’ gav bi gav hate sepandin. Ev bû polîtîkaya dewketa Tirk a nû. Rêveberiya Kemalîst ev yek pêk anî. Serkêşê amadekarê van raporan Talat Paşa û derdora wî ye. Girêdayî vê yekê Ziya Gokalp erkdar dike û xebatên sexte yên weke dîrok û hebûna Kurdan tune dihesîbîne, amade bike. Armanc tunehesibandina nasnameya Kurdan û jiholêrakirina dîroka wan bû. Ev agahiyên sexte û reşkirin di serdema rejîma Kemalîst de veguherî siyasetekê. Êdî ev yek bû plansaziyeke dewletê.’’
BANDORA SERHILDANÊ LI SER KURDISTANA FEDERE
Doç Dr. Îbrahîm Malazada jî têkildarî mijara ‘’Bandora Serhildana Şêx Seîd a siyasî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê’’ pêşkêşiyek kir. Malazada diyar kir ku her çend serhildanê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî rasterast rê li ber nerazîbûnekê venekiribe jî ji aliyê siyasî û civakî ve bandoreke mezin kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Em dikarin bibêjin ku wê serdemê di dema serhildanê de sînorên Başûrê Kurdistanê hatine girtin. Şert û mercên ragihandinê ne weke roja me ya îroyîn bûn. Ji ber vê yekê ji Başûr tevlîbûneke rasterast pêk nehat. Lê belê piştî serhildanê gelek giregirên Kurdan hatin Başûrê Kurdistanê. Tecrûbeyên wan û zanînên wan ên siyasî gelekî bandor li Başûr kirin.’’
KOMARA MAHABAD Û ŞÊX SEÎD
Dr. Azad Haj Aghay jî pêşkêşiyeke bi navê ‘’Di Navbera Paşeroj û Pêşerojê De Tevgera Gel a Rijhilatê Kurdistanê: Sehildana Şêx Seîd’’ kir. Aghat di axaftina xwe de bal kişand ser pêşketina tevgerên çandî û siyasî yên di salên 1990’î de yên li Stenbolê pêş ketine û bandorên wê yên li ser Rojhilatê Kurdistanê. Aghay diyar kir ku di wê serdemê de gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine Stenbolê û bi sazî û weşanxaneyên Kurdan re ketine pêwendiyê û got: ‘’Van temasan têkariyeke mezin li pêşketina tevgera siyasî ya Kurd kirin. Bi taybetîjî xebatên ku li Stenbol-Rojhilatê Kurdistanê tên meşandin, weşanên nivîskî û lêgerînnên polîtîk Rojhilatê Kurdistanê hem vediguherînin hem jî têkariyê li avabûna siyasetê dikin. di salên 1990’î de navenda siyaseta Kurdan Bakur bûye û bi taybetî jî pêşketina siyaseta Kurdan ya li Stenbolê bandoreke mezin li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.’’
Aghay da zanîn ku girêdayî Serhildana Şêx Seîd têkildarî Rojhilatê Kurdistanê peydakirina belgeyeke rasterast sînordar e lê belê di rojnameyeke wê demê ya Rûsyayê de nûçeyek hatiye amadekirin ku Kurdên li herêma Azerbeycanê ya Îranê ji bo ku tevlî serhildanê bibin, amadekarî kirine. Aghay anî ziman ku siyasetmedar û berxwedêrên ku piştî serhildanê ji Bakur hatine Rojhilat têkarî li avakirina Komara Kurd a Mahabadê jî kirine û diyar kir ku di kovareke serdema Komara Mahabadê de bi pesneke mezin qala Şêx Seîd hatiye kirin û xwedî lê hatiye derketin.
BANDORA SERHILDANÊ LI SER ROJAVA
Hiqûqnas û Nivîskar Şoreş Derwêş jî pêşkêşiyeke bi navê ‘’Bandora Serhildana 1925’an a li ser Kurdên li Rojava û Sûriyeyê’’ kir.Şoreş Derwêş ev yek anîn ziman: ‘’Bi taybetî di serdema Fransayê de piraniya nifûsa Cizîre û derdora wê ji Kurdan pêk tê. Fikra avakirina dewletê di wê serdemê de pêş dikeve. Di van hewldanan de rola siyasetmedarên ku piştî Serhildana Şêx Seîd hetine Sûriyeyê gelekî mezin e. Lê belê têkiliya dewleta Tirk û bi Fransayê re bi temamî li ser herêma Rojava pêş ket. Bi daxwaza dewleta Tirk ji aliyê Fransiyan ve li herêmê polîtîkayên bêbandorkirina Kurdan hatin sepandin. Hewl hate dayîn ku nifûsa Kurdan bi taybetî li gund û bajarokan bigirin. Bi taybetî jî ev yek li Hesekeyê xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Sinorên li gel dewleta Tirk di sala 1921’an de tên xêzkirin lê belê di salên 1923 û 1925’an de tên qedandin. Em li vir dibînin li hemberî Kurdan destwerdanek heye. Di vê pêvajoyê de li hemberî gelê Kurd polîtîkayên taybet hatin sepandin. Serhildana Şêx Seîd bandoreke mezin li Rojava kir û hê jî berdewam dike. Nîqaşên siyasî, avakirina partiyan bi saya mîrateya wê serdemê pêş ketin. Ev yek roja me ya îroyîn jî berdewam dike.’’