NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Unite the Unionê ya Navneteweyî Simon Dubbins, diyar kir ku Yekitiya Ewropayê divê ji bo pêvajoya hatiye destpêkirin zextê li Tirkiyeyê bike û got: “Nexwe dê ev firsenda dîrokî ji dest me biçe. Heke ji dest biçe jî dê felaket bibe.”
Berdevkê Unite the Unionê ya Navneteweyî ku sîwana sendîqayên Partiya Karkerên Ingilistanê ye Simon Dubbins, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kongreya 12’yemîn a PKK’ê nirxand.
Dubbins, diyar kir ku piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan a çareseriya aştiyane. Dubbins ê ku ji Medya Nûçe TV re axivî, diyar kir ku bang pir girîng e û destnîşan kir ku rexmê tecrîda 26 salan a Abdullah Ocalan hêj dikare rêbertiya pêvajoya aştiyê bikê û xwediyê hêza exlaqî û siyasî ye. Dubbins, rave kir ku xwefesixkirina PKK’ê nîşaneya hêza Abdullah Ocalan e û diyar kir ku biryara PKK’ê pir girîng e.
‘BERSIVA DEWLETA TIRK PIR HÊDÎ YE’
Dubbins, destnîşan kir ku ji bo pêşxistina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad be û wiha axivî: “Aliyê Kurd gavên mezin avêt. Niha tişta pêwîst a mitleq ev e ku divê dewleta Tirk, gavên li gorî pêvajoyê biavêje û ji bo Ocalan bikarişbe pêşengiya pêvajoyê bike divê gavên şênber biavêj. Lewre tenê ew dikare vê berpirsiyariyê bi cih bîne.”
Dubbis, diyar kir ku rexmê gavavêtina Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên Tirkiyeyê hêj qels in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bersiva dewleta Tirk pir hêdî ye. Tenê ji bo mercên Ocalan guherînên biçûk pêk anî. Ev yek nayê qebûlkirin û bi vî awayî pêvajo pêş nakeve.”
HELWESTA INGILISTANÊ
Dubbins destnîşan kir ku Ingilistan aktoreke girîng e û ji bo pêvajoyê divê zextê li ser Tirkiyeyê bike. Herwiha Dubbins, diyar kir ku Ingilistan ji rewşa Rojhilata Navîn û ji qeyrana niha berpirsiyar e û wiha pê de çû: “Ji ber vê hikûmeta Îngîlîz, ji dêleva tenê piştgiryê bide aliyekî, wek Îsraîl, divê ji bo hemû alî bên ser maseyê û çareseriyê muzakre bikin hewl bide. Tenê bi piştgiriya dewletên ku erişan proveke dike ve nabe.”
Dubbins, destnîşan kir ku Ingilistan, ji bo rewşa Rojhilata Navîn nakeve nava hewldanan.
‘JI DESTÇÛNA FIRSENDÊ DÊ FELAKET BE’
Dubbins, rave kir ku Yekitiya Ewropayê (EY), banga Abdullah Ocalan û biryara xwefesixkirina PKK’ê erênî dîtiye lêbelê ji bo gavavêtina dewleta Tirkiyeyê zext çênekiriye. Dubbins di berdeamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Divê Yekitiya Ewropayê û civakên navneteweyî ji bo gavavêtinê bêtir zextan li ser Tirkiyeyê çêbikin. Nexwe dê ev firsenda dîrokî ji dest me biçe. Heke ji dest biçe jî dê felaket bibe.”
PIŞTGIRIYA KAMPANYA ‘I WANT TO VISIT OCALAN’
Dubbins, diyar kir ku daxuyaniyên aliyên desthilat û muxalfetê erênî ye û ji bo Abdullah Ocalan bikare bi parêzên xwe, aktören Kurd ên girîng û aktorên siyasî re hevdîtinan pêk bÎne divê dewlet gavên şênber vebike. Herwiha Dubbins, destnîşan kir ku pişgiriyê dide kampanya navneteweyî ya “I wan to visit Ocalan/ Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê dewleta Tirk, teqe van serlêdanan qebûl bike. Dê ev yek baweriya bi pêvajoyê xurt bike. Dê hejmara kesên ku Ocalan pê re hevdîtin pêk tîn zêde bibin. Em bang dikin ku her kes pişgiriyê bide vê serlêdanê û zextan zêde bikin.”