MÊRDÎN - Di şewata li navçeya Dêrikê derketibû de welatiyê bi navê Adîl Çelîk ê 80 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Xirabreşk ê girêdayî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di danê sibê de di malekê de şewat derket. Gundiyan midexileyê şewata ku sedema wê nediyar kirin û agahî dan agirkujê. Bi alîkariya komên agirkujê şewat hate tefandin, lêbelê malê gelek zirar dît.
Di encama lêkolînan de hate diyarkirin ku Adîl Çelîk ê 80 salî ku bi tena serê xwe li malê dijiya, jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Çelîk, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Mêrdînê.