AMED - Danişîna doza ji ber qetilkirina Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar careke din ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin. Parêzerên dozê ji ber ku ev 4 sal in mutalaa nehatiye amadekirin bertek nîşan dan.
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’an de li Êlihê hate qetilkirin. Danişîna 15'emîn a doza qetilkirina Sîncar ku tetîkkêşê Hîzbûlkontrayê Cîhan Yildiz jê tê darizandin, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, parêzer Mehdî Ozdemîr, Yakûp Guven, Mehmet Emîn Gokdemîr û Ferdî Çîçek beşdarî danişînê bûn. Bersûc Yildiz ê ku negirtî tê darizandin, bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bû. Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî beşdarî danişînê bû.
‘EV 4 SAL E MUTALAA NEHATIYE AMADEKIRIN’
Parêzer Mehdî Ozdemîr, di destpêkê de axivî û bibîr xist ku di salên 1990’ê de Hîzbûllahê bi hezaran kesên qetil kiriye û yek ji wan jî muwekîlê wî Mehmet Sîncar e. Ozdemîr, got: "Doz tenê li Cîhan Yildiz hatiye vekirin. Der heqê kesên plansaziya kuştinê kirine û biryar dane de tu lêpirsîn nînin. Em di vê dozê de betalkirina cezayê ku hatiye erêkirin qebûl nakin. Ev doz 5 sal e didome û 4 sal e mutalaa nehatiye amadekirin.” Ozdemîr, daxwaza amedekirina mutalaayê û dayina biryarê kir.
Parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr jî got: “Malbatê hemû danişîn şopand. Me ji şandeya berê gelek caran daxwaza mutalaayê kir, ji me re gotin ‘gelek dosya hene em nikarin hemûyan bixwînin.’ Bi vê gotinê helwesta xwe ya 'Em ê bi dosyayê mijûl nebin' nîşan dan.” Gokdemîr jî daxwaza amadekirina mutalaayê û dayina biryarê kir. Parêzerên din jî ji bo temamkirina kêmasiyan di dosyayê de daxwazên xwe anîn ziman.
Şandeya dadgehê, ji bo dozger mutalaayê amade bike, biryar da ku danişîn di 18’ê Kanûnê de bê lidarxistin.