Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike

  • rojane
  • 12:42 14 Hezîran 2025
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Amedê dest bi serdana partiyên siyasî kir diyar kir ku hevdîtina Abdullah Ocalan a bi lîderên Kurd re wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike.
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Amedê serdana partiyên siyasî yên Kurd kir. Bakirhan pêşî çû serdana Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA). Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kocak û Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Berpirsyara Komîsyona Têkiliya Partiyên Siyasî û Alîgira Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz jî amade bûn.
 
Hevserokê PÎA'yê Ahmet Kaya, Hevseroka PÎA'yê ya Amedê Banu Ay û rêveberên partiyê Bakirhan û hevalên wî pêşwazî kirin. Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit diyar kir ku ev hevdîtin ji bo misogerkirina yekîtiya Kurdan girîng in.
 
Tûncer Bakirhan anî ziman ku di çarçoveya pêvajoyê de wan bi partiyên siyasî re civîn lidar xistin û wiha got: "Ji bo em rexne, pêşniyar û fikrên partiyên xwe kom bikin, me ev serdan pêk anî. Ji xwe Birêz Ocalan bi taybetî bal dikişand ser ku ew qîmetê dide fikrên partiyên Kurd û ji me xwest ku em bi baldarî li rexne û pêşniyarên wan ên li ser vê pêvajoyê guhdarî bikin û notan bigirin. Di serdana me ya din de xwest ku em li ser bingeha van hevdîtinan wî agahdar bikin. Me jî dest bi van serdanan kir. Partiyên me xwedî fikir û ramanên xwe ne. Ev pêvajo ne tenê ya ku di navbera DEM Partî û AKP'ê de tê meşandin e. Civaka demokratîk temsîla 86 mîlyon mirovî dike; ev têgihiştineke wiha nîşan dide ku heke were fêhmkirin 86 milyon kes li ser zemîneke demokratîk weke hemwelatiyên wekhev dikarin bêhnê bistînin û ji bo vê jî ev mesele me hemûyan eleqedar dike.”
 
Bakirhan da zanîn ku PÎA jî parçeyek ji pêvajoya nû ye û got, "Bi pêvajoyeke ewçend girîng a li ber dest re, fikrên PÎA ji bo me girîng in. Em ji bo vê armancê hatin, hêvîdar im wê hevdîtineke baş be."
 
Ahmet Kaya diyar kir ku dê piştgiriyê bidin pêvajoyê. 
 
Bakirhan piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Bakirhan bersiv da pirsa li ser daxwaza Abdullah Ocalan a hevdîtina bi lîderên Kurd ên mîna Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re.
 
‘OCALAN GIRÎNGIYÊ DIDE YEKITIYÊ’
 
Bakirhan diyar kir ku Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide yekitiya neteweyî ya Kurd û got, "Em qala lîderekî siyasî dikin ku ji salên 1990'î û vir ve gelek bangên yekitiya neteweyî ya demokratîk kiriye û banga kongreya neteweyî kiriye. Ez hêvî dikim ku di demên pêş de birêz Ocalan jî derbarê pêvajoya berdewam dike bi rêberên kurdan re nêrînan biguherîne. Ew ê pêşniyarên wan bistîne. Ev gelekî hêja û girîng e. Weke DEM Partî em di wê baweriyê de ne ku ev hevdîtin wê tevkariyeke girîng bike û divê pêk were."
 
DÊ 2 KONFERANS BÊN LIDARXISTIN
 
Civîn piştre ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Bakirhan û hevalên wî piştre Komeleya Çanda Demokratîk a Şoreşger (DDKD) ziyaret kirin. Mehmet Kamaç li vir axivî û bal kişand ser yekitiya Kurdan. Kamaç diyar kir ku ew ê di 26'ê Tîrmehê de li Bazîdê û di destpêka meha Cotmehê de jî li Mêrdinê konferansekê li dar bixin.
 
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir.
 
Bakirhan û heyeta DEM Partiyê wê piştre biçin serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK).
 

Sernavên din

21/06/2025
13:12 Li Meletiyê erdhej çêbû
12:54 Ayşe Gokkan: Yekitî dermanê civakê ye
Kongra Star: Dermanê êşa sedsalê yekitiya neteweyî ye
12:39 Silavek bo banga ‘Civaka demokratîk’: Strana Mizgîn
12:34 Dayika Eren Bulbul: Bila dayikên din zarokên xwe winda nekin
Dayika Ûgûr Kaymaz: Em edalet û wekheviyê dixwazin, ne rondikên çavan
11:48 Komexebata ‘Li Kurdistanê 100 sal: Heqîqet Edalet û Aştî’
11:36 Tehliyeya Nûrcan Aslan hat taloqkirin
11:36 Êrişên Îsraîl-Îranê yên li heberî hev berdewam in
10:51 Civîna YE-Îranê: Hevdîtina Cenevreyê bê encam ma
10:20 Îdîaya xwekuştinê ya di bin çavdêriya leşkerî de: 6 sal in li kujerê hevserê xwe digere
10:16 2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok bi dîmenên rengîn ve dest pê kir
10:15 Ji ber şer buhayê petrolê zêde bû
10:14 Li Amedê 3'emîn Konferansa Jinan destpê kir
09:35 Tehliyeya girtiyê ku piştgirî da banga Abdullah Ocalan hat taloqkirin
09:18 Titûnciyên Bedlîsê li dijî qeyran û qedexeyan têdikoşin
09:00 Kaniya Çirê tê tunekirin
09:00 Girtiyê ji sedî 76 astengdar e terkî mirinê hiştin
09:00 Serokê Baroya Amedê: Em hewl didin pêvajo pêşve biçe
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2025'AN
20/06/2025
16:41 Rehan Bayik hate definkirin
15:40 Li Mêrdînê şewat derket
15:34 Doza kesên tev li merasîma cenazeyê Aysel Doganê bûn hate taloqkirin
15:33 Li Licê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin
15:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
14:55 Baroya Amedê: Divê mafên penaberan nebin mijara bazariyê
14:39 Gora Revan Zana Bariştiran cara 4'emîn hate texrîbkirin
14:11 Hewldana Ji Bo Aştiya Civakî dê Konferansa ‘Rêya diçe aştiyê' li dar bixe
14:02 Tirkiyeyê gundên Dihokê bombebaran kir
14:01 Kesên di karesata şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:47 MKG: Bila rojnameger Sevda Erkilinç were berdan
13:25 Ji welatiyên Amedê hişyariya pêvajoyê: Ger gav neyê avêtin dê şerê Îsraîl-Îran li vir belav bibe
12:47 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê bang kir
12:39 Ji OHD'ê rapora li ser girtîgehên Antalyayê: Mafê tedawiyê tê astengkirin
12:38 Ji bo kurê xwe yê di greva birçîbûnê de banga hestiyariyê kir
12:33 Rojnameger Amed Dîcle: Jehrkuja netewe dewleta yekperest, neteweya demokratîk e
11:40 Wezîrên 4 welatan dê bi rojeva şerê Îsraîl-Îranê bicivin
11:31 Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê li Amedê konferansê li dar bixe
11:28 Li Wanê jin li dijî tundiyê bi hev re têdikoşin
10:59 Dayika hevjîn û kurê xwe di şer de winda kirî: Me ev bedel ji bo azadiyê da û divê gav bên avêtin
10:45 Ji ber endamtiya rêxistineke fesixkirî ceza dan siyasetmedar
09:56 Şewata li Keleha Mêrdînê derketî hate vemirandin
09:52 Li girtiyê destekî wî tune ye 11 roj cezayê hucreyê hate birîn
09:33 Li Şirnexê li dijî zarokan tacîza zayendî: Faîl hate tehliyekirin
09:20 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet tavilê gav biavêje
09:00 35 sal in li Elbakê hêştiran xwedî dike
09:00 ROJEVA 20’Ê HEZÎRANA 2025’AN
19/06/2025
16:55 DEM Partiyê li pêşiya Sîlîvriyê daxuyanî da: Daxwaza hemû hevalan aştî bû
16:19 Dayika Cemîl Bayik wefat kir
15:52 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
10:03 Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû
09:47 Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye
09:41 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Hewcehî bi têkoşîneke yekbûyî heye
09:19 Akademîsyen Berwarî: Heke Îran demokratîk nebe dê sedsala pêşiya me winda bike
09:00 ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN
18/06/2025
16:40 Daxwaza girtina kesê tacîza zayendî li zaroka xwe kiribû hate redkirin
16:30 Serokên baroyan çûn serdana koma AKP’ê
16:06 Zarokê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
16:04 Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê
15:54 Ji bo rojnameger Bîlen biryara beraetê hat dayin
15:20 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi çapemeniya navneteweyî re civiyan
15:18 Erdogan banga berpirsyartiyê li partiyên siyasî kir
14:56 KJAR’ê banga avakirina komîte û saziyan kir
14:44 Hamaney: Em ê bi tu awayî teslîm nebin
14:34 Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye
14:33 Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
13:58 Rojnameger Moskofian: Netenyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike
13:32 ‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’
13:24 Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e
13:09 Serokên 16 baroyan bi Partiya Îyiyê re hevdîtin kir
12:25 Nivîskar Aktaş: Pêdivî bi feraseteke nû heye ku Ocalan destnîşan dike
11:26 Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
11:14 Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin
10:35 Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye
10:23 Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye
10:22 Li bajarên Serhedê dema mîhrîcanan
10:08 Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin
10:03 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e
09:22 Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were
09:22 Mîthat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
09:04 Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê
09:03 Qeşayiyên Cîloyê di xetereyê de ne!
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN
17/06/2025
21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê