ENQERE – Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, der barê nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd wiha axivî: “Perpirsiyarî hildana sosyalîstan erkeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de perpirsiyariya şoereşgeran mezin e.”
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, “Banga Aştî û Civaka Demokraîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê û biryarên Kongreya 12’mîn a PKK’ê nirxand. Elîf Torûn Onerenê diyar kir ku têkoşîna PKK’ê, encama polîtîkayên bişaftin û înkara gele Kurd derketiye holê û wiha axivî: “Ev têkoşîna dîrokî, heq û rewa bû. Têkoşîna gelê ku ziman, navê zarokên wan, çand û nasnameya wan hatibe qedexekirin di her şert û mercan de rewa ye. Têkoşîna çekdarî ne bi xwesteka gelê Kurd bû, bijareyek heq û mecbûrî bû.”
‘BERPIRSIYARIYA ŞOREŞGERAN MEZIN E’
Elîf Torûn Oneren destnîşan kir ku aliyê Kurd gav avêtiye lê dewletê hêj tu gav neavêtiye û ji bo gavavêtina dewletê divê sosyalist berpirsiyariyê hildin. Elîf Torûn Oneren di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê pêvajoyê de tu geşedan û guherîneke şênber nîne, ev yek berpirsiyariyeke dîrokî dide ser milê şoreşgeran.”
Elîf Torûn Oneren destnîşan kir ku demokrasiyeke rast “bi têkçûna bloka AKP/MHP’ê ve û bi wergirtina mafên demokratîk ên xespkirî ve” pêkan. Elîf Torûn Oneren wiha dirêjî da axaftina xwe û got: “Em di vê çerçoveyê de binerin dê pêşiya me vebe. Divê xilasiya çîna karker û têkoşîna azadiya gelê Kurd bibe hevpar. Ev hevparî jî divê bi têkoşîna antîkapîtalîst û antîemperyalist ve bibe. Bi kurtasî divê li ser heman zemînê be. Di vê pêvajooyê de têkoşîna demokratîk bêtir dê derbikeve pêş. Perpirsiyariya hêzen şoreşger û pêşverû mezin e. Divê em bi têkoşîneke birêxistinkirî ve îradeya guherînê mezin bikin û li rex hevudin xeteke têkoşînê ya yekbûyî avabikin.”
‘EM BI KURDAN RE NE’
Elîf Torûn Oneren wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em li gel daxwaza gelê Kurd in. Ev yekbûn, dê bi rêgezên şereşgerî, sosyalîst û di xeta çînî de pêk bê. Em ê berdewam bin di têkoşîna antîemperyalist û antîfaşîst de. Pêvajoya nû ji bo Partiya Şoreşger ji aliyê pêşîvekirina sosyalîzmê ve girîng e. Ev biryar, li Tirkiyeyê ji bo avakirina civakeke pireçandî û pirerengî girîng e.”