NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel biryara PKK'ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî, hat ragihandin ku êrîşên Tirkiyeyê dewam dikin û di encama êrîşan de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dane.
Tevî biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî û fesîxkirinê ya PKK'ê jî, êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê dewam dikin. Li gorî daxuyaniya Navenda Pêwendiyan a Çapemeniyê ya HPG'ê ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ve hat weşandin, di êrîşên Tirkiyeyê yên 27 û 30'ê Gulanê yên li hemberî herêma Zapê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye di navbera 29'ê Gulanê û 4'ê Hezîranê de 13 caran bi teqemeniyan, 36 caran jî bi kolandin û sondajê êrîş kiriye. Hat gotin ku di heman dîrokê de gelek herêm bi çekên giran û obusan hatine bombekirin.
Li aliyê din hat ragihandin ku di çarçoveya parastina rewa de 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.