NAVENDA NÛÇEYAN - Wekîlê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû diyar kir ku 10’emîn Paketa Darazê rê li ber şikestineke hêviyên gel vekiriye û got: “Xizmên bi deh hezaran girtiyan li benda azadiya xizmên xwe bûn.”
Rêxistinên DEM Partiyê yên Kocaeliyê û Îskenderûn a Hatayê kongreyên xwe li dar xistin. Gelek welatî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li kongreyan bûn û rojeva sereke jî çareseriya pirsgirêka Kurd bû.
KOCAELÎ
Rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê li navçeya Îzmîtê li eywanekê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Li eywanê pankartên “Em li bajarê kedê aştiyê silav dikin” û “Jin, jiyan, azadî" hatin hilayîstin.
Wekîlê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû di kongreyê de axivî û got ku pêvajoya heyî ne tenê Tirkiyeyê, hemû dinyayê bandor dike. Gergerlîoglû, got ku divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve û li her çar aliyên Tirkiyeyê bi avakirina platformên aştiyê piştgirî were dayin. Gergerlîoglû, got ku divê li Tirkiyeyê komîsyon werin avakirin û gavên gel qaneh dikin bên avêtin. Gergerlîoglû, anî ziman ku 10’emîn Paketa Dazê di nava gel de rê li ber şikestina hêviyê vekiriye û ev tişt anî ziman: “Bi sed hezaran xizmên girtiyan li benda azadiyê bûn. Lê xeyalên wan têk birin. Heke hûn di mijara çareseriya Kurd de jidil bin, wê demê divê demokratîkbûn çêbibe.”
'OCALAN HEDEFEK DANÎ PÊŞIYA ME’
Wekîlê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî got ku banga Abdullah Ocalan dê teşe bide 50 salên pêşiyê yên Tirkiyeyê û wiha domand: “Ev ne dawî, destpêka têkoşîneke nû ye. Birêz Ocalan got hewcehî birêxistinkirinê heye. Ne tenê ji PKK’ê re, ji dewletê re jî got. Peyameke wî jî bo DEM Partiyê bû. Di peyama xwe de got; ‘bi rêxistinkirina xwe, bi têkoşîn, uslub, ziman û gotinên xwe min hedefa veguherîna demokratîk danî pêşiya we.’”
Piştî axaftinan, raporên darayî û fealiyetê hatin xwendin. Piştre jî hilbijartin hat lidarxistin û Îbrahîm Ergîn û Selda Îlgoz weke hevserokên bajar ên nû hatin hilbijartin.
ÎSKENDERÛN
Rêxistina DEM Partiyê ya Îskenderûnê jî 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li Eywana Kongreyê ya Akadê li dar xist. Piştî xwendina raporên darayî û fealiyetan, hilbijartin hat lidarxistin. Ozgur Vural û Fîdan Durmuş weke hevserokên nû yên navçeyê hatin lidarxistin.