NAVENDA NÛÇEYAN - Tenduristiya Zeynep Celaliyan ku girtî ye her diçe giran dibe û rêveberiya girtîgehê tedawiyê asteng dike.
Li gorî nûçeya di malpera bi navê Dengê Girtiyên Kurd û Îranê de hate gotin ku tenduristiya girtiya Kurd Zeynep Celaliyan giran bûye û mafê wê yê dermankirinê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye redkirin.
Zeynep Celaliyan ku 18 sal in di girtîgehê de ye, nexweşiyên çav, gurçik, mîde û zikê wê hene û divê emeliyat bibe. Zeynep Celaliyan gelek caran ji aliyê rayedarên Girtîgeha Yezd ve rastî îşkence û heqaretê hatiye.
ÇI BÛ?
Zeynep Celaliyan di sala 1982'an de li bajarê Mako yê ser bi eyaleta Ûrmiyê ya Rojhilat ji dayik bû. Di sala 2008 'an de li Kirmaşanê bi îdîaya 'hewldana têkbirina ewlekariya neteweyî û meşandina şer li dijî Xwedê' hat girtin û cezayê îdamê lê hat birîn. Lê belê Dadgeha Temyîzê ya Îranê piştre cezayê îdamê yê li girtîgehê yê heta bi hetayê birî. Li Îranê tekane girtiya jin a siyasî Zeynep Celaliyan e ku cezayê muebbetê yê girankirî lê hatiye birîn.