ENQERE - Orhan Kircali yê AKP’î xala ku pêşiya tehliyebûna girtiyên “muebbeta girankirî” digire bi îdiaya “Li dijî civakê xetere ne” parast. Dema DEM Partiyiyan mînak jê xwestin jî xwe bi gotina “îxtîmalek niha hene” parast.
10’emîn Paketa Darazê ku bi îmzeya AKP’ê pêşkeşî Meclisê hate kirin û MHP’ê jî piştgirî da, duh li Komîsyona Edaletê ya Meclisê hate qebûlkirin. Nîqaşên têkildarî paketê di tevahiya şevê de domiyan. DEM Partiyê bertek nîşan da ku daxwazên wan di paketê de cih negirtine.
Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez têkildarî xala der heqê girtiyên nexweş de axivî. Duşunmez, got ku ew vê xalê kêm dibînin û da zanîn ku girtiyên “muebbeda girankirî” li derve hatine hiştin.
Wekîla Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî xala 17’emîn a destûra bingehîn ku dibêje “Mafê jiyanê mafê herî sereke ye” bi bîr xist û got ku bi vê sererastkirinê re gef li vê xalê tê xwarin. Newroz Uysal Aslan got ku ev yek di heman demê de li dijî qedexeya îşkenceyê ye û ev tişt anî ziman: “Di cihekî de qala ewlehiya civakê dike. Li gorî çi xetere? Pênaseya şênber a xetereyê çi ye? Gelo hû li ser cezayên disiplînê diyar dikin ka xetere li ser ewlehiya civakê heye yan na? Heke guhertin were kirin divê li gorî mafê jiyanê be.”
Wekîlê DEM Partiyê Zulkuf Uçar jî bi bîr xist ku li gorî xala behsa xeberê ji bo berdana girtiyan hewcehî bi rapora ATK’ê heye û got: “Girtiyê rewşa wî giran dê ji bo civakê çawa bibe xetere? Girtiyê muebbeta girankirî yê bi nexweşiya penceşêrê ketî hûn dê çawa li hundir bigirin?” Wekîl Dîlan Kunt Ayan jî got bi vê xalê re mafê jiyanê hatiye binpêkirin.
ABDULKADÎR KUDAY HAT BIBÎRXISTIN
Serokwekîlê Komîsyonê yê AKP’ê Orhan Kircali jî bersiva pirs û bertekan da û got ku kesên cezayê “muebbeta girankirî” lê hatiye birîn ji ber cezayên giran li hundirin û dema derketin derve îxtîmal heye ku ji bo civakê bibin xetere. DEM Partiyiyan jî pirsa “Gelo mînakek heye ku van girtiyan xetere li ser civakê kiribe” pirsîn û Kircali jî bi bersiva “îxtîmaleke mezin hene” hewl da xwe biparêze. Bêrîtan Guneş Altan a DEM Partiî jî mafê axaftinê girt û got: “We ji bo Abdulkadîr Kuday jî heman tişt got, we tehliye nekir û li girtîgehê we kuşt.”
AKP-MHP’Ê PÊŞNÛME RED KIR
Pêşnûmeya DEM Partiyê ku dixwest girtiyên cezayê “muebbeta girankirî” jî bikevin çarçoveya madeyê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin.