KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’

  • rojane
  • 13:04 29 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL - Di danezana 23’yemîn Civata Giştî ya KNK’ê de ji bo rêxistinên Kurdistanê banga xwedîderketina li yekitiya neteweyî û pêvajoyê hate kirin. 

 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 26’emîn salvegera damezirandina xwe di navbera 24-25’ê Gulanê de li Hollandayê bi tevilbûneke xurt 23’yemîn Civata Giştî li dar xist. KNK’ê encamnameya civatê parve kir. Di encamnameyê de hate gotin ku civata giştî bi beşdariya endaman, gelek serok û rêvebirên partî û saziyan û kesayetên serbixwe hatiye lidarxistin.  Hat gotin ku Li gorî rojevê roja pêşî civîn weke şêwireke neteweyî pêşket û li ser rewşa Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi berfirehî hate rawestan û stratejiya demê ya neteweyî hate nîqaşkirin. 
 
Bi domdarî hate gotin ku di roja duyemîna civatê de pêşiya hilbijartinên organan pêşniyar guhertinek li ser Peymana KNK’ê hate pêşkêşkirin, piştî nîqaş û guftûgoyan ew pêşniyar guhertin hate pejirandin. Gorî wê guhertinê endamên Konseya Rêvebir ku dewreya berê ji 19 kesan pêk dihat bûne 23 kes. Piştre jî hilbijartinên Hevserokan û Konseya Rêvebir pêk hatin û Zeyneb Murad û Ahmed Karamus ji bo du salan weke hevserok hatin hilbijartin. Lîsteya endamên Konseya Rêbir di pêvekê da ye.
 
PEYMANA LOZANÊ Û ÇALAKΠ
 
Encamname wiha domiya: 
 
“Piştî hilbijartinan nîqaş û guftûgo li ser rapora Konseyê hatin berdewamkirin. Her wiha li gel plansaziya kar û xebatan, ji bo 100’emîn salvegera Serhildana 1925’an û bîranîna Şehîd Şêx Seîd û hevalên wî, di asta neteweyî da pêkanîna Konferasekî û mitîngekî mezin li navenda Ewropa, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin. Her wiha di 102’yemîn salvegera Peymana Lozanê da weke her sal kombûn û xwepêşandanên girseyî bêne çêkirin. Piştre gorî rojevê, li ser pêşniyar biryaran hate rawestandin û ji bo plansaziya dema pêş pêşniyarên endaman hatin girtin û civîn bi awayeke serkeftî gihişte encamê.
 
MIJRAÊN HATIN NÎQAŞKIRIN
 
Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, bi taybetî rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, banga Birêz AbdullahOcalan ya bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk”,  kongreya PKKê û bi giştî pêvajoya lêgerînên aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê, têkçûna rejîma Baas li Suriyê, rewşa Rojavaya Kurdistanê û peywendiyên li gel desthilata Şamê ya nû, li Başûrê Kurdistanê kêşe û qeyrana siyasî, îdarî û aborî, piştî 8 mehan li ser hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê derbasbûyî jî avanekirina hikûmeta nû, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê yên li ser gelê me, şerê Îsraîl û Hemasê, şer û krîza di navbera Îsraîl û Îranê, rewşa girtiyên siyasî, guhertin û bûyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, her wiha helwest û bandora hêzên Cîhanî li herêmê, bi van hemiyan ve girêdayî çoş û geşbûna pîrozbahiyên Newrozê ku îsal sêrî de li Rojhilata Kurdistanê û li hindir û li derveyî welat, bû deng û rengê gelê me, bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin.
 
Civata Giştî ya 23’yemîn ya KNK’ê di demeke wisa da kom bû ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê, nîqaşên germ yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd têne kirin û di vî warî de lêgerîn, diyalog, bang, kombûn û daxuyaniyên girîng hene.
 
PÊVAJOYA LI TIRKIYE Û BAKURÊ KURDISTANÊ
 
Ev demeke li girava Îmraliyê di navbera Birêz AbdullahOcalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd mûzakere têne çêkirin. Di encama van hevdîtinan da Birêz Ocalan roja 27.02.2025’an da bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bangek kir. Li ser vê bangê, PKKê kongreya xwe ya 12’emîn di navbera rojên 5-7’ê Gulana 2025’an de pêk anî. Di 12 Gulanê de jî encamên kongreyê bi daxuyaniyekî ji reya giştî re hatin bilavkirin. Gorî daxuyaniyê, PKK’ê rola xwe ya dîrokî leyîstiye û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û diyalogê bê çareserkirin, Tevgera Azadiya Kurdistanê hêdî bi navê PKK’ê kar nake û li hember dewleta Turkiyê têkoşîna çekdarî radiwestîne. Weke di bang û daxuyaniyan de hatî diyarkirin, ev ne dawiye, ev destpêkeke nû ye û Tevgera Azadiya Kurdistanê gorî rewşa nû xwe diguherîne, xwe ji nûve rêxistin dike û têkoşîna azadiyê bi formateke nû berdewam dike.
 
BANGA ABDULLAH OCALAN Û BIRYARÊN PKK’Ê DÎROKÎ NE
 
Hem banga Birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKK’ê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di reya giştî ya Kurd û ya cîhanê de dengekî mezin veda. Di asta saziyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên cîhanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazî kirin û bi daxuyaniyên xwe piştgirî dane pêvajoya aştî û çareseriyê. Partî û rêxistinên Kurdistanî jî helwesta xwe ya pozîtîf dane diyarkirin û xwedî li pêvajoyê derketin. Weke tê xwestin nebe jî, rayedarên dewleta Tirk jî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.
 
Lê pêvajoyek weke tê xwestin heta niha ne meşiyaye. Hikûmetê heta niha gavên şênber neavêhtine û peyamên wan ne zelal in û zimanê ragihandina wan jî ne zimanê aştiyê ye. Li aliyê din heta niha jî operasyonên leşkerî berdewam in, çekên qedaxe û çekên kîmyewî jî tên bikar anîn. Ev rewş bi ti awayî nayê pejirandin.
 
Li ser vê bingehê Civata Giştî ya KNK’ê, ev rewş bi awayekî taybet hilda rojeva xwe û van xalên jêrîn ji reya giştî re radigihîne:
 
EM PÊVAJOYÊ ERÊNÎ DIBÎNIN
 
Civata Giştî ya 23’yemîn a KNK’ê, pêvajoya li Îmraliyê ya di navbera Birêz Ocalan û dewleta Tirk da, banga Birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKK’ê, bi erênî dibîne û piştgiriyê lê dike. Ji bo ev pêvajo bi awayeke serkeftî bigihê encamekî baş, em ê jî weke KNK’ê, ji aliyê xwe ve hemû derfetên xwe kar bînin. Ev pêvajoyek gelek girînge û eger pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bikeve rêya çareseriyê, heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên din yên Kurdistanê û yekrêziya nav mala Kurd û Kurdistaniyan jî dike.
 
Em bang li hemû hêz, sazî, partî, rêxistin û hemî gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nêzî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê lê bikin. Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd tenê nehêlin û ji bo serkeftina vê pêvajoyê têbikoşin. Em di sêrî de bang li Neteweyên Yekbûyî, Yêkitiya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî û hêzên cîhanî dikin û dibêjin; Tenê daxuyaniyên erênî têrê nakin, peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bi kar bînin.
 
BANGA JI BO DEWLETA TIRK
 
Her wiha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, ji bo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe pêşiya Birêz Ocalan vekin û serbest berdin, hûn jî şer û operasyonên xwe yên leşkerî rawestênin, rojekî zûtir vê pirsgirêkê bêxin rojeva meclîsê, zemîna siyasî û hiqûqî ya çareseriyê pêk bînin.
 
ALIYÊ SÊYEMÎN
 
Ji bo bi awayeke baştir pêvajo pêş bikeve, ji bo di navbera herdu aliyan de rê xweş bikin û ji hemû pêvajoyê re çavdêriyê bikin, pêwîstî li aliyeke sêyemînê yê bê teref heye. Civata Giştî ya KNK’ê bang li herdu aliyan dike ku rê li ber hêzên navberkar vekin û alekî sêyemîn erkdar bikin. Em hêvî dikin ku hemû aliyan li berpisyariya xwe xwedî derkevin û di encama vê pêvajoyê da pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. 
 
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
 
Başûra Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federale, ev rewş ji bo hemû Kurdistaniyan hêviyek mezine û cihê keyfxweşiyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev deskeftin bê parastin û bê pêşxistin. Parastina deskeftiyên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK’ê, li ser parastina deskeftiyên Başûr hesase. Em dixwazin ev deskeftin firehtir bibin û bikevin xizmeta hemû Kurdistaniyan.
 
Rewşeke ne diyar li seranserê Êraqê jî heye û ev rewş ji bo statûtaya Kurdistan jî xeteriyan bi xwe re tîne. Ji ber ku Êraq di nava qeyranek mezinde ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Êraqê. Li devera madeya140 pêvajoyek Erebkirinê li dijî niştecihên Kurd tê meşandin û gelek cîhan destdanîne li ser zeviyên cohtyaran û Kurd ji gelek cîhan têne derxistin. Mixabin vê rewşa ne diyar û xeternak de, hêzên Kurdî ne yek dengin û bilave ne.
 
Eve bêhtirî 8 meh in li Başûra Kurdistanê hilbijartin hatine çêkirin, lê heta niha hikûmeta nû nehatiye avakirin û hilbijartina serokatiya herêmê jî pêk nehatiye. Di mehên payîzê de hilbijartinên Êraqê jî pêk tên. Vê demê da yekrêziya nav mala Kurd gelek girînge. Eger em weke Kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têk biçin. Heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin. Ji xwe ev e demeke li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Divê hemû hêzên Kurdistanî, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.
 
Di civînê de rewşa Şengalê û bi giştî rewşa bawermendên Êzidî jî hate rojevê. Pirs û pirsgirêkên Şengalê jî berdewamin. Şengal parçeyek ji axa Kurdistanê ye. Şengal ji gelek alan ve di bin êrîşan de ye, divê hemû hêzên Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeran yên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin. Divê li Şengalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xirabkirin û gelê Şengalê xwe bi xwe bi rêve bibe.
 
Rewşa Kurdên Feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka Kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNK’ê de ye. Ji bo li ser rewşa Kurdên Feylî raweste, KNK’ê komîteyek taybet avakiriye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Taybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela Kurdên Feylî ye, ne tenê mesela KNK’ê ye, di heman demê de meseleyek neteweyiye û divê hemî hêzên Kurdistanî, li ser vê rewşa Kurdên Feylî rawestin û divê çareseriyek adilane ji vê meseleyê re bê dîtin.
 
ROJHILATÊ KURDISTANÊ
 
Li aliyê din rejîma Îranê jî di nava krîzek mezin de ye. Krîz hem aboriye hem civakî ye û hem siyasiye. Rejîma Îranê, welat ji hemû neteweyên li Îranê, baweriyên cuda û ji jinan re, kiriye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştiye. Taybetî zext û zordariya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş hêdî nayê qebûlkirin û hêdî gihiştiye qonaxa serhildanê. Piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, di pêşkêşiya gelê me yê li rojhalata Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildanek pêkhat. Ev serhildan bi rastê êrîşên giran hat û ji ber van êrîşên hovane herçend hinekî bê deng bûbe jî, lê heta niha jî ev serhildan berdewame.
 
Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwepêşanderan û çalakvanên azadîxwaz. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwepêşandaran û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum dike.
 
Li gorî peymana di navbera Êraq û Îranê, ji meha nehan (Îlon) ya 2023’yan pê ve, hêz û partiyên Rojhilta Kurdistanê yên li Başûr dimînin, bi piranî hatine bêçek kirin û li qempan hatine bilavkirin. Îran rewşa wa ji nîzingve di şopîne û daxwaza radestkirina hinek berpirsyaran jî dike. Di heman demê de Îran polîtîka xwe ya darvekirinê jî berdewam dike û girtiyan îdam dike. Herweha bi vêve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Ev rewşeke giran û xeternake û divê neyête qebûlkirin.
 
Em êrişên dewleta Îranê yên ku li başûra Kurdistanê li ser hêzên rojhilata Kurdîstanê pêk hatin, bi tundî şermezar dikin. Bang li parti û rêxistinên siyasî, saziyên medenî, rewşenbîran û bi giştî gelê me, li hemberî êrişên dewleta Îranê li ser bingeha yêkitiya neteweyî rawestin û helwest bigrin.
 
BANG LI PARTÎ Û RÊXISTINÊN SIYASÎ YÊN LI ROJHILAT KIRIN 
 
Civîn bang li hemî partî û rêxistinên siyasî yên rojhilata Kurdistanê dike ku demeke zûtir eniyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember zext û êrîşan tevbigerîn. 
 
Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê jî dike ku jibo avakirina welatek azad û demokrat, eniyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek dengî derkerkevin.
 
Herweha civîn, bang li hêzên Cîhana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin. 
 
Di civînê de rewşa bawermendên Yarsan jî, hate rojevê û li ser pirsgirêkên wan jî hate rawestan. Bawermendên Yarsan, li rojhilata Kurdistanê hem weke Kurd hem jî weke bawerî di bin zextekî giran de ne. Dînê Yarsanî, baweriyeke kevnare ya Kurdistanê ye û divê weke xwe, weke ku heyî bête parastin.
 
Dema rewşa rojhilata Kurdistanê û Îranê tête rojevê, mixabin gelek caran rewşa Kurdên Xuresanê tête ji bîrkirin. Ev kêmahiyek piraniya rêxistinên Kurdistanî ye. KNK, ji damezrinê û heta niha hewl dide ku li ser rewşa Kurdên Xuresanê raweste û temsîla wan li KNK’ê de hebe. Eger ew bi awayekî kêm be jî temsîliyeta Kurdên Xuresanê di KNK’ê de heye. Divê ev temsîliyet bête xurtkirin. Divê pirs û pirsgirêkên Kurdên Xuresanê bikevin rojeva hemî rêxistinên Kurdistanî.
 
Di vê sala dawî de qeyrana di navbera Îsraîl û Îranê de gihiştiye radeya êrîşên leşkerî. Ev jî rewşeke nû di xwe re tîne. Em weke Kurd di vî şerî de teref nînin, lê bi hemî awayî ev krîz û şer bandorê li me dike. Ev qeyran û şer dikare herêmê serûbin bike. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê hildin rojeva xwe û li ser stratejiyek hevbeş tevbigerin.
 
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
 
Ev şeş meh in li Suriyê rewşek nû heye, Rejîma Baes têkçûye û hêzên Selefî li Şamê bûne desthilatdar. Lê hakîmiyeta wa li ser temamê xaka Sûriye nîne. Pirs û pirsgirêkên Sûriye yê zêdene. Herçend bi Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûriye yê re peymanek hatibe îmzekirin jî, lê mesele hêca nehatiye çareserkirin. Bi vê peymanê cara yekeme deshilata Şamê, bi awayeke fermî heyîna gelê Kurd û mafên wa yên desturî dipejirîne. Civîn vê peymanê giring dibîne û dixwaze di demeke zûtir da bikeve meriyetê.
 
Li alê dî piştî têkçûna rejîma Baes, li ser Elewî, Mesîhî û Durziyan gelek êrîş pêkhatin. Di mehên derbazbûyî da li hember bawermendin Elewî komkujî pêkhatin û eger tedbîr neyêne girtin ev komkujî li hember Elewî, Mesîhî û Durziyan dê dubarebibin. Civîn êrîşên li ser Elewî, Mesîhî û Durziyan şermezar dike û bang li hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember van êrîşan rawestin û hemî pêkhateyên Sûriye bêne parastin.
 
Desthilatdarên Şamê yên nû, dixwazin li ser neteweperîstiya Erebî sîstemeke Islamî avabikin. Bîr û hizrên wa ji pîvanên demokratîk dûrin. Jin û mafên jinan di rojeva wa da nînin. Kesên sekuler û demokrat di bin zextan de ne. Ev jî rewşek ne diyar derdixe holê. Eger Sûriyeyek demokratîk avanebe, wê alozî berdewam bikin û mûmkine Sûriye parçe bibe. Di vî warî de divê Kurd hişyarbin, dost û hevalbendên xwe zêdebikin. Li rojavaya Kurdistanê, konferansa di navbera hêzên Kurdî da pêkhatî gavek erênî û serkevtî bû. Em vê konferansê û biryarên wê silav dikin.
 
Rojava, di rewşeke hesas de derbaz dibe. Parastina deskevtên şoreşa Rojava, karekî serekeye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansaziya KNK’ê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.
 
Di civînê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hate rojevê. Asûrî-Suryanî-Kildanî, miletekî qedîm yên herêma me ne û ji damezrandinê û heta niha temsîla wa di KNK’ê heye û di rêveberiyê de  jî cihê xwe digrin. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêkhatine. Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrîşek giran de ne. Bi hatina DAIŞ’ê, hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêkhatin. Jiber van sedaman li herêmê de nufûsek kêm maye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNK’ê û hemî hêzên Kurdistanî ye. Em ê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgariya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, bi hev re girêdayî ye û serkevtin jî wê bi hev re be.
 
BANGA JI BO ASUR, SURYAN, ERMEN, EREB, ELEWÎ Û TIRKMENAN
 
Weke gelê Kurd, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen û gelên dî yên li Kurdistanê, divê di bin garantiya civakî û siyasî de xwedî mafên xwe yên demokratîk bin. Divê mafên van pekhateyan nebin qurbana hesabên desthilatdariya siyasî, divê wek gelên qedîm yên vî welatî werin destgirtin. Divê ev pêkhate di hemû biryarên paşerojê de beşdarbin û mafên wan yên demokratîk ne gorî êjmarê be, gorî konsesûs û lihevkirinê be. 
 
KNK’ê her cureyê du satndartî û nijadperestiyê ji kê bê bila bê, red dike û bang hem li hemî hêzê û hemî rayedaren siyasî yên Kurd û yên wan pekhateyan dike ku rê nedin hêzên hundir û derve yên ku dixwazin bi neteweperestiyê ve parçebûyînî pêş bixin.
 
Beşek mezin ji civaka Kurdistanê bawermendên Rêya Heq – Elewî ne. Ev dîn ev bawerî jî, baweriyek qedîm û kevnare ya Kurdistanê ye. Bawermendên Rêya Heq (Elewî), di tarîxê de rastê gelek êrîş û komkujiyan hatine. Roja îro jî hêca weke tê xwestin, nikarin gorî baweriya xwe îbadet bikin û jiyan bikin. Hêca rastê biçûkdîtiniyê (discrimination – ayırımcılık) têne. Heman demê de ji teref dewletê ve têne asîmîlekirin û tê xwestin di nava civaka Sunî de bêne helandin. Gelek endamên KNK’ê ji Rêya Heqin û nûnerên wa di nava KNK’ê de cihê xwe digirin. KNK, rêz ji vê baweriyê re digre û bi hemî awayî mafên bawermendên Rêya Heq diparêze.
 
Di civînê de rewşa Kurdên Anatoliya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ku di KNK’ê de endamin, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê. Kurdên Antoliya Navîn demek dirêje weke Kurdên navenda Kurdistanê cihê xwe di nava şoreşê de digrin û xwe xwediyê Kurdistanê dibînin. Ji ber vê rewşê jî bi êrîşên nijadperestî re rûbirû dibin. Divê hemî hêzên Kurdistanî vê rewşê berbiçav bigrin û gelê me yê li Anatiliya Navîn tinê nehêlin.
 
Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENG’ê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her weha li seranserê Cîhanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê berdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.
 
REWŞA JINAN
 
Rewşa jinan jî di rojeva civînê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlêmend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên dî yên Cîhanê lê li welatê me jî, pirsgirêka azadiya jinê nehatiye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanaziyê ye û di asta cîhanê de deng vedaye. Lê mesele mezine, rê û rêbazekî kûr û dirêje. Divê zihniyeta hezaran salan bê guhertin. Her weha tevgerên jinan, daxwaz dikin ku di partî û rexistinên siyasî de êjmara jinan bête zedêkirin. Jin, li ser têgîhîştîna baviksalariyê di siyaseta Kurdî de, rexne li partiyên siyasî dikin û dixwazin di hemî partiyan de, gorî heqîqeta jinê rêya siyasetê ji jinan re bête vekirin. Bi taybetî, ji partiyên siyasî tête xwestin ku di karên yêkitiya neteweyî de, astengiyên li pêş beşdarbûna jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareseriyên derbarê yêkitiya neteweyî bi beşdariya jinan xurttir bibin.
 
Divê hemû nêzikatiyên cudakariya li ser jinê, wek nêzikbûnek antî demokratîk bê destgiritin û rêzgirtina li himber îradeya azad ya jinê di siyasetê de bibe binesaziya têgihîştinê.  Divê kuştina jina çi li malê çi li kolanan weke sûcên dijê mirovahiyê bêne dîtin. Pewîste jin bi îradeya xwe ya azad, di nava siyaset û saziyên biryarê de cih bigrin. KNK her cure amûrkirina jinê di siyasetê de red dike û rêzê li vîna azad ya jinê digire û banga hemû hezên siyasî û civakî yên Kurdîstanî dike ku himber îradeya jinan rêzgirtî bin.
 
BIRYARA KOMKIRINA KONFERANSEKE NETEWEYÎ HATE DAYIN
 
Di Konferansa 100. Salvegera Peymana Lozanê de, jibo xurtkirina yekrêziya nav mala Kurdistaniyan, biryara komkirina Konferansek Neteweyî hate standin. Civînê ev mijar jî hilda rojeva xwe û kire parçeyek plansaziya xwe. Amanc ewe ku di nava vê salê de em bikarin Konferasekî Neteweyî kombikin û hemî pirs û pirgirêkên xwe di vê konferansê de nîqaş bikin û li ser bingeha stratejiyek hevbeş yêkitiya xwe xurttir bikin.
 
Li ser salgera Peymana Lozanê jî hate rawestan û wê di 102. salvegera Peymana Lêzanê da weke her sal li bajarê Lozanê, kombûn û xwepêşandanên girseyî bêne çêkirin.
 
SALVEGERA 100’EMÎN A SERHILDANA ŞÊX SEÎD
 
Îsal 100 saliya Serhildana 1925’an a li bakura Kurdistanê ye. Herweha 100 saliya îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne. Di heman demê da 100 saliya belgeya jenosîda gelê Kurd, “Planê Islahkirina Şerqê” ye. Jenosîda li ser gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî di sala 1915an, jenosîda li ser gelê Pondiyan (Pontos, gelê Rom yê devera behra Reş) 1919an, jenosîda li ser gelê Kurd jî 1925an da destpêkir. Bi vê munasebetê di rojên 27-28ê meha Hezîranê (27-28.06.2025) li Brukselê, li ser “Serhildana 1925an ya li bakura Kurdistanê” emê konferansekî pêkbînin. Roja 29.06.2025an ku roja 100 saliya îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne, emê wê rojê jî li Almanya li bajarê Kolnê, mitîngeke mezin pêbînin. Konferans û mitîng wê bi perspektîfa neteweyî bêne çêkirin û wê hemî hêz û partiyên Kurdistanî bêne vexwendin.
 
REWŞA LI KURDISTAN Û HERÊMÊ KRÎTÎK E 
 
Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel tehlîkeyan eger em bikarin karbînin derfet jî hene. Çar dewletên dagîrker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Êraqê ne diyare û bê istiqrarî zêde ye. Rewşa Sûriye, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî serhev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, bi gelek qeyranan re rûbirû ye. Turkiya, her çend xwe xurt dibîni û hinek nakoyên navneteweyî jibo berjewendiyên xwe kartîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e. Li herêma Rojhilatanavîn şereke Cîhanî heye. Dewletên dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî di vî şerî da terefin. Herêm be rguhertinek mezin ve diçe.
 
DIVÊ EM YÊKITIYA XWE XURT BIKIN
 
Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêkbixin û yekitiya xwe xurttir bikin, emê bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin. Jibo vê yekê divê hemî hêz, partî, sazî û rêxistinên me, herweha hemî gelê me li çaraliyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî emê bikarin hemî plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.
 
Rewşa Kurdistanê û Cîhanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeyên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kuriyan, têra me nake. Jibo ew kêm û kurî bêne çaresrkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Sêrî de jibo yêkitiya neteweyî ku karê me yê bingehîne, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Herweha em dikarin di asta Cîhanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.
 
Bi kurtî; dem dema yêkitiyê ye. Dem dema çareseriyê ye. Dem dema azadiyê ye. Dem dema xebatê ye.”
 

Sernavên din

12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên Xezal û Pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir
16:42 Efkan Ala têkildarî destûra bingehîn a nû daxuyanî da
16:08 Danişîna doza rojnamegeran hate taloqkirin
16:00 Jinan ji ber ‘betalkirina protokolê’ bertek nîşanî qeyûm dan
15:41 Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Mûradî
15:36 Xebatên ji bo meşa Amedê berdewam in
15:08 Girtiyê edlî ku biribûn cem girtiyên siyasî şewat derxist
14:03 Sevtap Akdag a DEM Partiyî tehliye bû
13:19 DEM Partî têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re daxuyanî da
12:43 Bakirhan: Rêya me bila ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ be
12:27 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê bi dawî bû
12:19 Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû
12:10 Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
11:03 Dîroka hevdîtina DEM Partî û AKP’ê diyar bû
10:59 29 sal in li hestiyên kurê xwe digere
10:36 Serokê Giştî yê SES’ê: Aştî ji bo tenduristiya civakê jî girîng e
10:15 Li bazara herêmî danûstendin kêm e
10:14 Nivîskar Sever: ‘Civaka Demokratîk’ dikare bibe pireke di navbera gelan de
10:07 Parastvanên mafên mirovan xwestin TMK ji holê bê rakirin