AMED - Wekîlê DEM Partiyê Kamûran Tanhan çû serdana girtiyê nexweş Firat Nebîoglû ku ji sedî 92 astengdar e û got ku divê tavilê were berdan.
Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kamûran Tanhan, çû serdana girtiyê nexweş Firat Nebîoglû ku ji sedî 92 astengdar e û li Girtûgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin. Tanhan, têkildarî rewşa Nebîoglû axivî. Tanhan, diyar kir ku Nebîoglû hefteyê 3 caran diçe diyalîzê, pora wî diweşe û tedawiya wî bi zehmet ketiye. Tanhan, got ku rewşa tenduristiyê ya Nebîoglû giran bûye.
Tanhan, destnîşan kir ku tedawiya diyalîzê divê li cihekî bihîjyen were kirin û mercên girtîgehê rê nadin vê hîjyenê. Tanhan, da zanîn ku divê xwarinên nexweşên diyalîze ji bo nexweşiyê guncav bin û got: “Zêde qala xwarinê nekir lê digot ‘Her tim kartolan tînin, diavêjin nava ava germ û nayên xwarin.’ Firat, got ku tenê cureyeke xwarinê heye û ev jî wî dide zorê û dibe sedem ku bedena wî zeîf bikeve.”
'ATK TERKÎ MIRINÊ DIKE’
Bi domdarî Tanhan daxuyand ku malbata Nebîoglû ji bo neqilkirina gurçikan 7-8 caran serlêdan kiriye û wiha pê de çû: “Xwestine ji bo neqilkirinê mercên hîjyenîk bên avakirin. Hişyarî kirin ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê û Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ji bo neqilkirinê ne guncav in. Gotine ku heke Nebîoglû piştî neqilkirina gurçikan li girtîgehê bimîne ev yek dê xetereya mirinê zêde bike. Nexweşxaneyan ji malbatê re gotine ku heke biryara tehliyeyê were dayin an jî înfaz were taloqkirin ew ê bikarin neqilê bikin. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê jî raporeke bi heman rengî amade kiriye. Piştî wê raporê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin. ATK’ê jî gotiye; ‘Ji bo ku ez te di kategoriya nexweşiyê de binirxînim, ji ewil divê neqil bibî.’ Anku ev tê wê wateyê ku terkî mirinê kiriye. Weke ku tê zanîn; ji bo neqilan divê cihê lê dimîne bihîjyen be. Rewşekî gelek krîtîk û girîng e lê mixabin ATK di vê rewşê de gavan naavêje. Mîna girtiyên din ên nexweş, bi inyeteke nebaş meseleyê asteng dike. Di mijara nêzikatiya li dijî girtiyên nexweş de tu guhertin nînin.”
'DI ROJÊN BETLANEYÊ DE DERMANÊN WÎ NAYÊN DAYIN’
Di berdewamê de Tanhan da zanîn ku Nebîoglû di mijara bêhstandinê de zehmetiyan dikişîne û bijîşkan pêşniyara emeliyata ji pozê kirine. Tanhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hat gotin ku ev emeliyat dikare piştî neqilkirinê were kirin. Mimkin nîne kesekê diçe diyalîze bikare ji poza xwe emeliyat bibe. Nebîoglû li dijî van hewldanên astengkirina tenduristiyê wî, gelek caran serlêdana sûc kiriye. Lê her carê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hatiye dayin. Me tespît kir ku jiyana mirovekî bi aşkerayî bi destê ATK’ê tê bidawîkirin. Di rojên betlaneyê de tenê her sê rojên ewil dermanên wî tên dayin, di rojên piştre de nayên dayin.”
'NÊZIKATIYA LI DIJÎ GIRTIYÊN KURD CUDA YE’
Tanhan, bi lêv kir ku meseleya girtiyên nexweş nabe mijara bazariyê û ev tişt anî ziman: “Lewma divê ji wijdana kes an jî saziyan re neyên hiştin. Birayê Nebîoglû jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û ew jî yek ji girtiyên nexweş e. Felc bûbû. Niha dikare hinek sexbêra xwe bike. Rewşa wî ji ya Firat krîtîktir e. Ji heman malbatê rewşa du kesan wiha ye. Ev yek nîşan dide ka welatekî çiqas dijdemokratîk e. Wezareta Dadê dibêje ‘ATK’, dibêje ‘mewzûat wisa nîne.’ Lê em pratîka wan dizanin. Alaattîn Çakici bêyî ATK, bi rapora Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya bi darêz zorê hate berdan. Li vir tişta girîng inyet e û nêzikatiya li dijî girtiyên nexweş ên Kurd cuda ye.”
Tanhan, destnîşan kir ku divê sererastkirina têkildarî meseleya girtiyên nexweş ji wijdana Wezareta Dadê û partiyeke siyasî re neyê hiştin û axaftina xw wiha qedand: “Li hemû welatên cîhanê yên demokratîk û pêşketî, saziyên serbixwe têkildarî girtiyên nexweş lêkolînê dikin û raporê amade dikin. Encam li gorî wê zelal dibe. Mixabin li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya girtiyên nexweş, ATK ye. Ji roja ATK hatiye avakirin heta niha di hemû raporên xwe yên têkildarî girtiyên nexweş ên Kurd de ew bi zanebûn terkî mirinê kiriye. Divê Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan berpirsyartiya xwe bicih bînin. Divê bijîşkên di ATK’ê de dixebitin mîna milîtanan tevnegerin, soza xwe bicih bînin û li gorî wê tevbigerin. Bêyî ku li cureyên sûcan binêrin, divê raporên xwe bi awayekî rast amade bikin û dawî li îşkenceya tipa edlî bînin. Serbixwebûna şandeyan dê lez bide pêvajoyê. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan û ji rojeva welat derkeve.”
MA / Mujdat Can