DÊRSIM - Pezkoviyên ku xelkê Dêrsimê pîroz dibînin û diparêzin, her tim ji hêla nêçîrvanan ve tên qetilkirin.
Pezkoviyên ku demekê li her devera Kurdistanê hebûn, ji ber tunekirina qadên wan û nêçîrvaniyê di bin xetereyeke mezin de ne. Yek ji bajarên ku Pezkovî herî zêde lê dijîn jî Dêrsim e. Sedema hejmara zêde ya Pezkoviyan a li Dêrsimê jî ew e ku di baweriya Elewîtiyê de weke “Bizinên Xizir” tên nasîn û pîroz tên dîtin. Ji ber ku ziyaretvan û xelkê herêmê zirarê nade Pezkoviyan, êdî hînî mirovan bûne û heta cihên nêzî wan tên. Ev rewş, Pezkoviyan li hemberî nêçîrvanan bêparastin dihêle. Nêçîrvanan qaçax ên ji derveyî bajar tên, her sal bi dehan Pezkoviyan qetil dikin.
Pezkovî, li deverên herî bilind ên Dêrsimê dijîn ku yek ji wan cihan jî Girê Dundulê ye. Ev herêma behsa xeberê cihekî biav e lewma Pezkovî lê zêde hene. Welatiyên ku dixwazin Pezkoviyan bibînin jî berê xwe didin Girê Dundulê.
Hatîce Ozden ku zêdetirî 40 sal e di mala xwe ya li girê Duldulê de dijî, got: “Di demên berê de ji me direviyan lê niha natirsin. Heta nava baxçeyên me jî tên. Ew jî êdî hînî mirovan bûne. Nêçîrvan tên û bêrehm in. Em ji wan re dibêjin ‘Ew bizinên Xizir in dest nedin wan’ û wan hişyar dikin.”
Pezkovî ne tenê di bin gefa nêçîrvanên destûr jê re hatiye dayin an jî nêçîrvanên qaçax de ne, di heman demê de ji ber talankirina xwezaya Dêrsimê jî xetereyeke mezin li ser heye. Lêgerînên madenan, gelek caran bombebarankirina çiyayan, avakirina jîngehan û çêkirina bendavan yekser bandorê li wan dike.
Xelkê Dêrsimê, ji bo parastina Pezkoviyan ku ne tenê zindiyeke lewma lê ji ber ku semboleke çanda wan jî ye, têkoşîna xwe didomînin. Di navbera xelkê herêmê û nêçîrvanên destûr jê re hatiye dayin û yên qaçax dem bi dem rageşî derdikeve.
MA / Şîlan Şîrvan Çîl