RIHA - Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku ji bo cîbicîbûna aştiya civakî divê di qanûnan de sererastkirin bên kirin, divê “mafê hêviyê” bê pênasekirin û hemwelatiyan wekhev di destûra bingehîn de cih bigire.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel têkildarî pêvajoya nû axivî. Oncel, diyar kir ku bidawîkirina pêvajoya şer a 40 salan didome girîng e û biryara berdana çekan a PKK’ê jî weke “mîladeke civakî ye” nirxand. Oncel, got: “Ev biryar gelek watedar e. Piştgiriya îktîdara siyasî û partiyên muxalefetê jî hêviyeke mezin dide me. Lê belê aştî ne tenê çekberdan e. Divê pirsgirêk bi hûr û kûr bên nîqaşkirin û zemîna wê were avakirin. Ji bo aştiyeke mayinde ji ewil divê civakeke demokratîk were avakirin. Her wiha divê mudaxileyên li dijî azadiyên bingehîn bi dawî bibin û zemîna qanûnî ava bibe.”
'QEYÛM BINPÊKIRINA HIQÛQÊ YE’
Bi domdarî Oncel got ku ji bo mayindebûna aştiyê divê binpêkirinên têkildarî hemwelatiya wekhev bên bidawîkirin, sererastkirinên ji bo hemwelatiya wekhev bên kirin. Oncel, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: “Bi hincetên vala mudaxileyî îradeya gel kirin. Qeyûm, binpêkirina hiqûqê ye. Divê ev sepan bi dawî bibe û hevşaredar li peywira xwe vegerin. Ji bo vê jî divê di qanûnan de tavilê sererastkirin bên kirin.”
'HEWCEYE GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
Oncel, destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan û got: “Divê ji bo endamên rêxistina ku çek daniye sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê bi neheqiyên di demên berê de hatine kirin re hevrû bibin û mekanîzmayên cîbicîkirina edaletê bikevin meriyetê. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Gelek siyasetmedar bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin, bi salane girtî ne û hatin mexdûrkirin. Divê ev bên berdan.”
'HEKE RÊXISTIN NEBE SÛCDARÎ JÎ NÎNE’
Oncel, diyar kir ku biryarên AYM û DMME’yê yên der heqê girtiyan de nayên cîbicîkirin û ev tişt anî ziman: “Madem rêxistinê xwe fesix kir, wê demê ji hêla hiqûqî ve tune ye. Lewma divê tavilê pênaseya hiqûqî were kirin û darizandinên ji ber endamtiya PKK’ê û alîkariyê bên betalkirin û li derveyî ‘rêxistina terorê’ bên girtin. Divê heq û hiqûqa bi deh hezaran mexdûran bê îadekirin. Divê PKK ji lîsteya ‘rêxistina terorê’ were derxistin û kesên ji ber vê girtî jî bên berdan.”
MAFÊ HÊVIYÊ
Oncel, biryara DMME’yê ya “mafê hêviyê” ku di sala 2014’an de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû bi bîr xist û got ku Tirkiyeyê ev biryar binpê kiriye. Oncel, got: “Ji bo aştiya civakî, divê mafê hêviyê were cîbicîkirin. Li gorî DMME’yê, ragirtina kesekî ya ji 25 salan zêdetir, îşkence ye. Divê pêşiya wê were vekirin ku girtiyên di vê çarçoveyê de tên darizandin bên berdan. Welatê me di van 50 salan de gelek bedel dan û êş kişand. Di vê pêvajoyê de erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê baroyan. Di esasê xwe de pirsgirêka herî mezin ji vir û şûnde dest pê dike.”
GAVÊN DIVÊ WERIN AVÊTIN
Oncel, gavên divê bên avêtin jî wiha rêz kir: “Divê girtiyên bi awayekî derhiqûqî tên ragirtin tavilê bên berdan û ji bo vê di qanûnan de sererastkirinan bikin. Ji bo endamên rêxistinên yên çedar xwe bi ewle hîs bikin, divê di qanûnan de sererastkirin bikin. Hewcehî bi amadekirina destûreke bingehîn a nû heye. Divê Kurd ji hêla hemwelatiya wekhev ve xwe parçeyeke vî welatî bibînin. Perwerdeya bi zimanê dayikê, sererastkirinên di qanûnan de divê bikevin meriyetê. Divê ji bo birêz Ocalan mafê hêviyê bikeve meriyetê.”
'PÊDIVIYA ME BI MUTEBEQETA CIVAKÎ HEYE’
Oncel, axaftina xwe wiha qedand: “Gel bi hesreta aştiyê dijî. Tirkiyeyê deriyê hêviyê vekir. Ji bo ji vê pêvajoyê veger nebe, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl. Pêdiviya me bi mutebeqeteke civakî heye. Dibe ku hin kes bixwazin pêvajoyê têk bibin lê divê em nîşan bidin ku êdî vegera li şer tune ye. Rojên xweş û geş li benda Tirkiyeyê ne.”
MA / Emrullah Acar