NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî piştî biryarên kongreya PKK’ê bang kir ku bi beşdariya partiyên li Meclisê “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Neteweyî” were avakirin.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi boneya “19’ê Gulanê Bîranîna Ataturk û Cejna Ciwan û Werzîşê” peyamek weşand. Bahçelî îşaret bi biryarên kongreya PKK’ê kir û wiha got: “Derbasî qonaxekî nû bûn ku hesas e û hewcehî bi sebirê heye.”
Bahçelî, wiha got: “Divê firsend ji fêmkirinên şaş û dilmayîbûnên ji ber hincetên jirêzê çêbibin, neyê dayîn. Pir girîng e ku her kes zimanekî berpirsyar bi kar bîne, xwe nedin polemîkan, îtibar bi hesabên berjewendiyê yên siyasî û îdeolojîk neynin û bi aqlêselîm bin.”
Bahçelî, got “Aştî çûkeke tenê bi baskekî nîne” û wiha domand: “Jixwe ne mimkine bi baskekî bikare bifire. Firûna bi du baskan girêdayî xwedîderketin, dua, fedakarî û xwebaweriya tevahî neteweya me ye.”
BANGA AVAKIRINA KOMÎSYONÊ
Bahçelî ev bang kir: “Di vê çarçoveyê de ji bo diyarkirina nexşerêya serdema li pêşiya me avakirina komîsyonekî bi beşdariya partiyên siyasî yên di TBMM’ê de, bijarteya herî maqûl e. Li gorî teamûlan bi banga Serokê TBMM’ê avakirina ‘Stratejiya Tirkiyeya Bêteror a Sedsala Nû; Komîsyona Yekitî Piştevaniya Neteweyî’ teklîf û daxwaza me ya samîmî ye. Ji bo ku xebatên komîsyonê bi beşdariya berfireh û zelal were meşandin divê komîsyon ku 16 nûnerên partiyên siyasî hebe bi 100 endaman pêk were û li gorî şertên xebatê komîsyon werin avakirin.”
Bahçelî der barê komîsyonê de ev xal rêz kir:
* Ji her partiyên siyasî ya di TBMM’ê de, divê herî kêm endamek were diyarkirin, divê endamên din li gorî rêjeya nûnertiya partiyên ku koma wan hene bê diyarkirin.
* Her partiya siyasî ku di TBMM’ê de tê temsîlkirin ji bo xebata komîsyonê divê di qada xwe de 2 kesên pispor erkdar bikin.
* Divê komîsyon esas û usûlên xebatê bi xwe diyar bike.
* Divê Serokê TBMM’ê serokatiya komîsyonê bike.
* Divê biryarên komîsyonê bi piranî dengan were girtin.
* Divê biryarên ku di komîsyonê de hatin girtin ji aliyê parlementeran ve wekî teklîf pêşkêşî komîsyonên eleqeder û Lîjneya Giştî ya TBMM’ê were kirin.