MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê bi dengdayina gel re biryar da ku navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandê bike.
Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê ya DEM Partiyî, civîna xwe ya meha gulanê li meydana navçeyê li dar xist. Hevşaredar Kudret Uçuk serokatiya civînê kir û gelek welatî jî tev li bûn. Civîn, bi rêzgirtina ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dest pê kir.
Hevşaredar Kudret Uçuk di civînê de got: “Sirri Sureyya Onder deng, wijdan û hafizeya vê xakê bû. Ne tenê siyasetmedarek bû, her wiha çîrokbêjê gel û kedkarekî hunerê bû. Ji bo aştiyê hewldanên wî yên pir mezin çêbûn. Em ê emaneta wî dewr bigirin û ji bo aştiyê bînîn vê xakê dê têbikoşin.”
Piştre jî xalên rojevê hatin xwendin. Hat pêşniyarkirin ku navê Onder yan li cadeya nû yan jî li navenda çandê ya ku tê payîn di demekî nêz de were vekirin, were kirin.
Di encama dengdayîna gel de biryar hate dayin ku navê Onder li navenda çandê were kirin.