NAVENDA NÛÇEYAN - Di 30’ê Nîsanê de li sê girtîgehên Îranê herî kêm 12 girtî hatin darvekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê raporek amade kir û da zanîn ku di 30’ê Nîsanê de li Girtîgeha Vakîlabad a Meşhedê, Girtîgeha Ghezel Hesarê ya Karajê û li Girtîgeha Sepîdar a Ahwazê herî kêm 12 girtî hatine darvekirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku ji girtiyan yek jê Gîlek yek Kurd û 5 jî Beluc in.
Her wiha hate gotin ku medyaya girêdayî rejîma Îranê tenê darvekirina girtiyê siyasî Mohsen Langar-Neshîn ragihandiye û darvekirina 11 girtiyên din jî red kiriye.