ÎZMÎR - Baroya Îzmîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku metirsî li ser girtî Sercan Ahmet Aslan û Mulla Zîncîr ên bi daxwaza sewqkirinê dest bi greva birçîbûnê kirine heye ku jiyana xwe ji dest bidin.
Baroya Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklarê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Wekîla DEM Partiyê Burcugul Çubuk û gelek parêzer tev li bûn. Di daxuyaniyê de têkildarî greva birçîbûnê ya girtî Mula Zîncîr û Sercan Ahmet Aslan daye destpêkirin de jî agahî hatin parvekirin.
Endama Komîsyona Girtîgeha a Baroya Stenbolê Ceren Şen Tosun got ku mafê derketina hewşa girtîhê yê girtiyan tê binpêkirin. Ceren Şen Tosun, wiha got: “Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê tên ragirtin rojê saetek an jî saet û nîvan ji hucreyên wan tên derxistin û dibin cihê hewadariyê yên beşên cuda. Li gel mafê wan heye ku kengî bixwazin biçin hewşê jî ev maf tê binpêkirin.”
GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE
Ceren Şen Tosun, bal kişand ser rewşa Mulla Zîncîr û Sercan Ahmert Aslan ku li girtîgeha tîpa F’yê dihatin ragirtin û bêyî daxwaza wan sewqî Girtîgeha Kiriklarê hatine kirin. Ceren Şen Tosun, got: “Mulla Zîncîr ev 169 roj in, Sercan Ahmet Arslan jî 202 roj in bi daxwaza sewqkirinê di greva birçîbûnê ya bêdem de ne. Aslan daketiye 56 kîloyan, nava devê wî û laşê wî birîn bûye. Mulla Zîncîr jî pir zeîf bûye, pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Texrîbata li ser bedena girtiyan didome Ev yek ji hêla mafê jiyanê ve jî pir girîng e. Ji ber sepanên derhiqûqî û derusûlî yên li girtîgehê, ev girtî ketine greva birçîbûnê û îxtîmala ku Aslan û Zîncîr jiyana xwe ji dest bidin ne îxtîmal e, xetereyeke cidî ye.”
SERLÊDAN HATINE KIRIN
Ceren Şen Tosun, got ku ji bo li girtîgehan çi mirin çênebin wan serlêdanên pêwîst ji bo sazî û dezgehên pêwîst kirine û bang kir ku saziyên têkildar tavilê bikevin nava liv û tevgerê.