ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ji bo tevlibûna pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran banga tevlibûnê kir.
Rêxistina DEEM Partiyê ya Îzmîrê têkildarî xebatên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li avahiya xwe ya li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em biçin 1’ê Gulanê” hate hilgirtin. Her wiha dirûşma “Bijî 1’ê Gulanê” hate berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan, diyar kir ku ew ê bi cisareta 8’ê Adarê û bi coşa Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê.
Fulya Erdogan, destnîşan kir ku rejîmên otorîter û zextker ên kapîtalîzmê afirandine ji bo berjewendiyên xwe cîhanê birêve dibin û bal kişand ser şerên bi salane li herêmê û cîhanê didomin. Fulya Erdogan, got ku herî zêde jin, zarok, xweza û kedkar dibin mexdûrên şeran. Fulya Erdogan, got ku ew di demeke krîzên ekolojîk, aborî û siyasî didomin de ber bi 1’ê Gulanê ve diçin.
BANGA ABDULLAH OCALAN
Fulya Erdogan, bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ev bang, di mijara avakirina civaka demokratîk de berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê çîna karker, kedkar û bindestan. Fulya Erdogan, got ku ew li dijî pergala kedxwar nerazî ne û got: “Civakek û welatekî adilane, aştiyane û demokratîk bi piştevaniya enternasyonal û şoreşger pêkan e.”
Fulya Erdogan got ku ew ê bi cisareta 8’ê Adarê û bi coş û hêviya Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin û banga tevlibûnê li her kesî kir.