NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Holê li dijî hucreyên DAIŞ’ê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome.
Operasyona ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jinê li Kampa Holê û derdora wê li dijî şaneyên DAIŞ’ê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Operasyon, bi piştevaniya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê lidarxistin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh ragihandibûn ku di operasyonê de heta niha 16 endamên DAIŞ’ê hatine girtin. Her wiha 3 çekên kalaşnîkovê, 2 demance û gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.
Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, yek ji kampa herî xeternak a li cîhanê ye. Tevî 13 hezar û 124 penaberên Iraqê û 15 hezar û 805 koçberên sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên DAIŞ’iyan jî li kampê dimînin.