RIHA - Newala Tekoran, bi keskehiya çiyayên li quntara xwe û bi şînahiya Çemê Firatê re geştiyaran mest dike. Bi hatina biharê re Newala Tekoran bi rengên cur bi cur xemilî û rê li ber dîmenên rengîn vekir.
Li Newala Tekoranê ya li kêleka Çemê Firatê, ji ber rengên kesk û şîn, dîmenên nûwaza derketin holê. Newala Tekoranê, bi xemla xwe geştiyaran mest dike.
Newala Tekoranê li kêleka Çemê Firatê ye û di navbera navçeya Sêwereg a Rihayê û navçeya Alduşê ya Semsûrê de ye. Bi hatina demala biharê re, xwe bi rengên biharê xemiland û heke gotin di cih de be geştiyaran mest dike.
Newal, di nava sînorên Riha û Semsûrê de cih digire û ji ber ku di navbera bajarên Xarpêt, Amed û Meletiyê de ye, bi sala ye weke rêgeha hatin û çûnê tê bikaranîn. Di serî de jî bazirganên Ermen û Suryan ên li Riha, Amed û Semsûrê dijiyan, gelek miletan ev rê weke rêya bazirganiyê bi kar anî. Lê belê rê û gundên di newalê de, di sala 1990’ê bi çêkirina Bendava Ataturkê re di bin avê de man. Heta demekî dirêj bi ferîbotan dihat derbaskirin û di sala 2015’an de vekirina Pira Nîssîbiyê re êdî zêdetir rêya bejahî tê bikaranîn.
Newala Tekoranê ku hin rêyên wê ber bi Çiyayê Nemrûdê û hîn jî ber bi Qerejdaxê ve dirêj dibin, dîmenên rengîn diafirîne. Li dora Newala Tekoranê xelkê eşîra “Demanê” ku ji Dêrsimên koç kirine û Kirmanc in û li aliyê çem ve jî gundên Tirkmenan hene. Şêniyên gundan, bi sewalkariyê debara xwe dikin.
Keftarên xêz bi xêz û gelek cureyên çûkan li newalê dijîn. Her wiha gihayên endemîk û gelek cureyên masiyan jî lê dijîn. Newala Tekoran, bi quntarên xwe yên kesk û bi şînkahiya ava Firatê re geştiyaran mest dike.
MA / Ceylan Şahînlî