NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalyayê di tevahiya hefteyê de baran barî û bû sedema lehiyê. Li Valdagno û Torinayê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Germahiya gerdûnî, li herêmên cuda yên cîhanê bûyerên xwezayê dibin sedema facîayê. Ji ber lehiyên li navend û bakurê Îtalyayê çêbûne, hişyarî hate dayîn. Herêmên lombardiya û Emilia-Romagna ji ber tejîbûna Çemê Po di bin xeteriya lehiyê de ne. Herêm di tevahiya hefteyê de, di bin bandora baranên tund de ma û bayên tund jiyanê di aliyê nerênî de bandor dikin. Rayedaran ragihandin ku li herêmên Lombardiya û Emilia-Romagna asta alarmê sor û li 8 herêmên din jî zer e.
Li Valdagnoyê ku baranên tund lê bi bandor in, wesayîtek kete nav çaleke tejî av û 2 kesên di hundirê wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Marangozekî teqawidbûyî yê 92 salî li mala xwe ya li herêma Torina asê ma û jiyana xwe ji dest da.
Her wiha bahoz bû sedema zirareke bi milyonan euro.