STENBOL - Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, di pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê de ji hêla sed hezaran kesan ve hate guhdarîkirin.
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, di pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapi ya Stenbolê ji hêla bi sed hezaran kesan ve hate guhdarîkirin. Dema li deng dihat guhdarîkirin, wêneyên Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê yên li ser platformê hatin nîşandan. Di vê navberê de dirûşma "Bijî Serok Apo" li qadê olan da. Her wiha posterên mezin ên Ocalan hatin hilgirtin.