NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû dan û gotin: “Girtina Îmamoglû ya ji hêla daraza li gorî fermanên îktîdarê tevdigere, derbeyeke li dijî edalet û demokrasiyê ye.”
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dan.
Peyama Tuncer Bakirhan wiha ye: “Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê birêz Ekrem Îmamoglû bi hincetên vala û biryarên siyasî hate girtin û em girtina wî bi awayekî herî xurt red dikin. Bi girtina Ekrem Îmamoglû re mudaxileyî îradeya milyonan kesan hatiye kirin. Ev feraseta ku bi roja ye rageşiya li Tirkiyeyê kûr dike û civakê ber bi bêaramiyê ve dibe, mezintirîn zirarê dide aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê. Derbeya li dijî îradeya 16 milyon kesan, rageşiyên siyasî, aborî û civakî hûn bêhtir kûr kir. Ez, vê bêhiqûqiya ku mafên bijartin û hilbijartinê yên xelkê Stenbolê tune dihesibîne û darazê vediguherîna amûra mudaxileya siyasî, bi tundî şermezar dikim. Bang dikim ku demildest ji vê biryara xwe vegerin. Ji Colemêrgê heta Stenbolê dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê biisrar bidome.”
PARVEKIRINA TULAY HATÎMOGÛLLARI
Peyama Tulay Hatîmogûllari jî wiha ye: “Girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hevalên wî ya ji hêla daraza li gorî fermanên îktîdarê tevdigere, derbeyeke li dijî edalet û demokrasiyê ye. Hêj ji niha ve di dîrokê de weke bûyereke reş cihê xwe girt. Em, girtina birêz Îmamoglû bi awayekî herî xurt şemezar dikin. Stenbol, tê wateya tevahiya Tirkiyeyê. Biryara girtinê ya li dijî îradeya vî bajarî ku bi temamî helwestekî siyasî ye, dê bibe şerma vê îktîdarê. Bendergeha kesên kariyera xwe ya siyasî bi gotina ‘Me gelek ji derbeyên sivîl kişand, gelek neheqî û bêhiqûqtî li me hate kirin’ dikir gihiştinê, bûye silsileya bêhiqûqtiyan. Dê weke kesên di dîrokê de kompasên herî meizn kirin û ji bo îktîdara xwe bi jiyana 85 milyon kesan lîstin di dîrokê de cih bigirin. Em bang dikin ku biryara der heqê birêz Îmamoglû de dîsa were nirxandin û ew û kesên pê re hatine girtin tavilê bên berdan. Heqê tu kesekî nîne ku ji bo berjewendiyên xwe darazê bi kar bîne û mudaxileyî îradeya 85 milyon kesan bike.”