MÊRSÎN- Li Akdenîzê welatiyên ku i bo Newrozê ber bi Qada Mîtîngê ya Tirmilê ve herikîn, dest bi pîrozbahiyê kirin.
Li Mêrsînê Newroz dê bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo azadiyê civaka demokratîk" li Qada Mîtîngê ya Tirmilê bê pîrozkirin. Coşa Newrozê danê sibehê zû dest pê kir. Welatî danê sibehê zû ji bo beşdarî prîozbahiyê bibin, herikîn qadê. Girse bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" herikî qadê.
Welatî, di 2 nuqteyên cüda re derbasî qadê bûn. Welatî, bi nîşaneya serkeftinê, çepik û tilîliyan û bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" ketin qadê. Welatiyên ketin qadê, govend gerandin. Ciwan jî li ber def û zrneyê govend gerandin û tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" Newrozê pîroz kirin. Gelek kes bi kincên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn.
BERNAME
Pîrozbahî dê bi rêzgirtinê û vêxistina agirê Newrozê dest pê bike. Li ser navê Komîsyona Amadekar a Newrozê Hasan Cîde, Hevseroka DEM Partiyê Bedriye Kûş û Berdevka DEM Partiyê Ayşegül Dogan jî wê biaxivin. Hunermend Nurcan Degîrmencî û Hîvron wê derkevin ser dikê.