STENBOL – Endamê Meclisa Ciwanên DEM Partiyê ya Stenbolê Îsa Ozgen got: "Ciwan wê bi hemû coşa xwe vê Newrozê bi rê ve bibin."
Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 23'ê Adarê de li Stenbolê bi dirûşmeya "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" wê li qada Yenîkapiyê Newroz bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê bi piranî temam bûne. Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Îsa Ozgen banga tevlîbûna Newrozê kir û xwest ku di Newrozê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek bê.
AZADIYA FIZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN
Ozgen destnîşan kir ku netew-dewlet ne çareseriya pirsgirêkan e û girîngiya avakirina civakeke azad û demokratîk zêde bûye û got ku di pêvajoyên bi vî rengî de rola ciwanan hîn zêdetir bûye. Ozgen got: "Sînordarkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan li pêşiya demokrasiyê asteng e. Di vî warî de bicihanîna mafê Ocalan a hêviyê û misogerkirina azadiya ramanê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku birêz Ocalan Rêberê ku rê li ber gel dixe, divê tecrîd rabe. Divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê temînkirin."
ZIMANÊ AŞTIYÊ
Ozgen anî ziman ku şer û pevçûn ji pergala netew-dewletê derdikevin û got: "Birêz Ocalan hewl da têkoşîneke ku bi paradîgmaya civaka demokratîk re jiyana hevpar a mafan pêk bîne. Ji ber vê yekê rola wî mezin e. Lewma azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê ji bo civakeke demokratîk bibe pêşeng. Divê dest ji polîtîkaya ku bi gurkirina şerê zihniyeta yekreng, nirxên aborî yên gelan tune dike bê berdan. Di vê çarçoveyê de divê helwesteke demokratîk ku hebûna gel tê de bê naskirin, were girtin. Li şûna ku bi rêya qeyûm îradeya gel were desteserkirin, divê zimanê aştiyê ku cudahiyan nas dike, bê bikaranîn."
Ozgen da zanîn ku Newroz di gelek çandan de wekî hatina biharê tê pîrozkirin û got ku Newroz sembola azadî û çandan e. Ozgen bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku beşdarî Newrozê bibin û got: "Newroz bi pêşengiya Mazlûman, Rehşan û Nazêyan bûye agirê ciwanan, tevî hemû zext û tundiya zîhniyeta netewe-dewletperestî. Newroz bûye sembola ji nû ve jidayikbûna gelan. Divê peyama birêz Ocalan jî di vê Newrozê de bê dayîn. Wekî Ciwanên DEM Partiyê em ê di çalakiya Newrozê ya ku dê di 23'yê Adarê de li Qada Mîtîngê ya Yenîkapiyê bê lidarxistin, standan vekin. Ciwan wê bi hemû coş û kelecana xwe vê Newrozê bi rê ve bibin. Cihê ku ciwan lê hebe, wê coş hebe. Di vî warî de em li bendê ne ku hemû ciwan bên Yenîkapiyê."
MA / Melîk Çelîk