NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku li Stenbolê bi çekan konsolxaneya wan hatiye gulebarankirin.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku konsolxaneya wan ya li Stenbolê, hatiye gulebarankirin. Li gorî wezaretê 2 kesên nenas bi motorsiklêtê û bi çekên keleşînkofê gule berdane avahiya konsolxaneyê û reviyane.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de wiha hat gotin: “8 gule li avahiyê ketine, piştî bûyerê konsolos û karmendên me gihiştin cihê bûyerê, piştre jî polîsên Tirk dest bi lêkolînê kirin. Derbarê bûyerê de em bi aliyên peywendîdar ên Tirkiyeyê re di nava têkiliyan dene.”