NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Komeleya Kurdistan a Fransa ku tevlî Newroza Amedê bûn, diyar kirin ku divê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve were destekkirin û destnîşan kirin ku "Azadiya Abdullah Ocalan ji bo her kesî girîng e."
Bandorên "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê dewam dike. Endamên Komeleya Fransa-Kurdistan Nadine Garcia û Laure Greaume ku ji Fransayê ji bo pîrozbahiya Newrozê hatin Amedê, banga Abdullah Ocalan nirxandin.
Piştî qetilkirina Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, Komeleya Kurdistaniyên Fransa hat avakirin.
Endama Komeleyê Nadine Garcia got: "Ji bo em rastiyan hîn bibin û daxwaza edaletê bikin, me ev komele damezirand. Me xwest em bi têkoşîna gelê kurd re bibin yek. Di komeleya xwe de ji bo ravekirina têkoşîna gelê kurd, gelek çalakiyên wekî konferans, civîn û nivîsandina nameyan ji girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê re li dar dixin."
Nadine Garcia diyar kir ku wan banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê bi girîngiyeke mezin şopandiye û got: "Em difikirin ku ev bang wê aştî, cîhanek azad û baştir bîne."
‘DIVÊ EWROPA HÎN BÊTIR PIŞTGIRIYÊ BIDE GELÊ KURD'
Nadine Garcia bal kişand ku Tirkiye tevî ku PKK'ê li ser banga Abdullah Ocalan agirbest îlan kiriye jî êrişên xwe didomîne û got: "Ev rewş pêkanîna 'mafê hêviyê' zehmet dike. Divê rêveberiyên Ewropayê zêdetir piştgiriyê bidin gelê kurd. Ji ber ku ev pêvajo ji bo her kesî tê wateya aştiyê."
Endama komeleyê û aktivîsta femînîst Laure Greaume jî diyar kir ku banga Abdullah Ocalan girîng û dîrokî ye û got: "Em wekî komele piştgiriyê didin vê bangê. Ji ber ku em difikirin ku pêwîstiya gelê kurd bi demokrasiyê heye û divê nasname, çand û zimanê wî bê naskirin."
Laure Greaume anî ziman ku piştî banga dîrokî neavêtina gavekê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve, nîşan dide ku hikûmet ji aştiyê re ne amade ye û got: "Em dixwazin geşedanek çêbibe. Em dizanin ku pêwîstiya gel bi aştiyê heye û em hêvîdar in ku dewleta tirk êrişan rawestîne."
Laure Greaume destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo her kesî girîng e û got: "Divê gelê kurd bi Abdullah Ocalan re têkiliyeke baş deyne. Ji bo gelek kesan rêberekî karîzmatîk e. Gelek kurd bi vê bangê bawer e û divê PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin. Em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne û bi aştiyê bawer in."
MA / Hîvda Çelebî