NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îsmaîl Saymaz ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî çalakiyên Geziyê de hate binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin.
Rojnameger Îsmaîl Saymaz di çarçoveya lêpirsîna têkildarî çalakiyên Geziyê ya sala 2013’an de hatibû binçavkirin. Lêpirsîn, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin û Saymaz bi îdiaya “Bi kesên hewl dan kanala televîzyonê ya Osman Kavala vekin û malpera wî ya webê ava bikin re axivî ye” tê sûcdarkirin. Her wiha Saymaz bi îdiaya “Di dema çalakiyan de pêwendiyeke wî ya xurt bi bersûcên doza Gezî Parkiyê Mehmet Osman Kavala, Şerafettîn Can Atalay, Çîgdem Mater Utku û Ayşe Mucella Yapici re çêbûye, têkildarî bûyeran li ser medyaya civakî gelek peyam parve kiriye, di bûyeran de bi awayekî çalak cih girt û li ser medyaya civakî agahiyên nerast parve kir û welatî li dijî hêzên ewlekariyê sor kir” hate tawanbarkirin.
Saymaz ku bi sûcê “Alîkarî daye hewldana tunekirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê” hate binçavkirin, piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî Edliyeya Çaglayanê hate kirin.