NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Stenbolê ragihand ku piştî binçavkirina Ekrem Îmamoglû îstasyonên metroyê yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatine girtin.
Piştî biryara binçavkirinê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û 105 kesan, îstasyonên metroyê ji bo operasyonê hatin girtin.
Walîtiya Stenbolê girtina gelek îstasyonên metroyê ragihand.
Daxuyaniya Walîtiyê wiha ye: "Li gorî biryara ku Walîtiya Stenbolê girtiye, heta daxuyaniya duyemîn a îro;
- M1 Yenîkapi- Balafirgeha Ataturk / Xeta Metro ya Kîrazli Emniyet-Fatîh
- Îstasyona Taksîmê xeta me ya Metroyê ya M2 Yenîkapı-Haciosman û xeta me ya F1 a Taksîm-Kabataş Funikuler hatiye girtin.
Wesayîtên me wê li îstasyonên Taksîm û Emniyet-Fatîhê nesekinin û sefera xwe bidomînin."