Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin 2025-03-19 07:49:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Stenbolê ragihand ku piştî binçavkirina Ekrem Îmamoglû îstasyonên metroyê yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatine girtin. Piştî biryara binçavkirinê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û 105 kesan, îstasyonên metroyê ji bo operasyonê hatin girtin.   Walîtiya Stenbolê girtina gelek îstasyonên metroyê ragihand.   Daxuyaniya Walîtiyê wiha ye: "Li gorî biryara ku Walîtiya Stenbolê girtiye, heta daxuyaniya duyemîn a îro;   - M1 Yenîkapi- Balafirgeha Ataturk /  Xeta Metro ya Kîrazli Emniyet-Fatîh   - Îstasyona Taksîmê xeta me ya Metroyê ya M2 Yenîkapı-Haciosman û xeta me ya F1 a Taksîm-Kabataş Funikuler hatiye girtin.   Wesayîtên me wê li îstasyonên Taksîm û Emniyet-Fatîhê nesekinin û sefera xwe bidomînin."