MÊRDÎN - Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê ku 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan wiha gotin: “Divê hemû jin û hemû zilam bibin derwêşên vê manîfestoyê.”
Îsal dê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroz bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” bê pîrozkirin. Yek ji navendên pîrozbahiyan jî dê Mêrdîn be. Newroz dê li navenda Mêrdînê û navçeyên wê Midyad, Nisêbîn, Qoser, Dêrik, Stewr, Kerboran, Artuklu û Şemrexê bi girseyî bên pîrozkirin. Cejna Newrozê ji sala 1992’yan heta niha tevî komkujiyan jî bi girseyî tên pîrozkirin. Di sala 1992'yan de li Şirnex, Cizîr û navçeya Nisêbînê êrişî pîrozbahiyan hatin kirin û bi dehan kes hatin qetilkirin. Serokwezîrê demê Suleyman Demîrel beriya pîrozbahiyan gotibû; “Her kes dê Newrozê bi serbestî, di nava qeydên hiqûqê de pîroz bike.” Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn jî piştî gotina Demîrel, gotibû; “Newroz qedexe ye, şewitandina lastîkan qedexe ye.”
Tevî qedexeyan jî li Şirnex û navçeya wê Cizîrê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gel daket qadan û pîrozbahî dest pê kir. Bi hezaran kesên li Şirnex û Cizîrê dixwestin Newrozê pîroz bikin, rastî êrişê hatin û nêzî sed kes hatin qetilkirin. Li Nisêbînê jî pîrozbahiyên bicoş hatin lidarxistin û tu êriş li ser nehatin kirin. Lê belê piştî êrişên li Şirnex û Cizîrê, Demîrel û Sezgîn derketin pêşberî kamerayan û spasiya xelkê Nisêbînê kirin. Xelkê Nisêbînê ku agahiya komkujiyê gihişt wan, bi hêrsa li dijî gotinên Îsmet Sezgîn, di 22’yê Adara 1992’yan de xwestin dîsa agirê Newrozê vêxin û li dijî komkujiyan daketin qadê. Bi hezaran kes li ser Pira Şehîdan a li ser Rûbarê Çagê kom bûn. Welatî hatin dorpêçkirin û polîsan êriş birin ser. Li gorî daneyên fermî, di êrişê de 16 kes û li gorî şahidan jî 21 kes hati qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
'KOMKUJÎ HAT KIRIN’
Ji şahidên Newroza 1992’yan Cemal Uçar roja Newrozê wiha vegot: “Piştî daxuyaniya Îsmet Sezgîn, xelk li taxan kom bû. Panzeran dora me girtin û hişyarî didan. Li rexa din jî dengê guleyan dihat. Li ser vê yekê li ser pirê gel dirûşm berz kir. Panzera bang li komê dikir paşve çû. Panzereke din hat û da ser welatiyan. Welatî di bin panzerê de man û jiyana xwe ji dest dan. Li milê nexweşxaneyê amadekarî kiribûn. Dest bi gulebarankirina mirovan kirin. Li wir her kesî bi awayekî xwe diavêt erdê. Hin kesan xwe avêtin rûbarî, hin kesan xwe avêtin baxçeyên malan. Li pêş çavên me komkujiyeke mezin kirin. Di destê wan mirovan de çek tune bûn, ço tune bûn. Tenê xwestin mafê xwe yê protestoyê bi kar bînin. Hêj niha jî ji ber çavên min naçe, panzerê dida ser mirovan. Xwişka min jî wê demê di nava xwînê de mabû. Niha 41 salî ye û hêj niha jî wê rojê mîna îro dijî. Ez vê komkujiyê lanet dikim. Ji bîr nakim.”
'DIVÊ BI COŞA BANGA OCALAN QAD BÊN TIJEKIRIN’
Uçar, da zanîn ku bi saya têkoşîna wan roja îro gel bi coşeke mezin Newrozên xwe pîroz dike û wiha pê de çû: “Bi saya têkoşîna wan rojan em îro bi ser dikevin, wekîlan dişînin Meclisê û Newrozan bicoş pîroz dikin. Divê em wan rojan ji bîr nekin. Heke ne ji berxwedana wan rojan bûya, em îro li vir nedibûn. Em ê Newroza îsal di meha Remezanê de pîroz bikin. Em li bendê ne ku tevahiya gelê me bicoş û bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li bibin. Coşa banga Rêbertiya me ku dê bi xwe re ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin bîne, bi coşa destkeftiyên li Rojava divê em vê Newrozê pîroz bikin. Êdî dinya guherî. Lewma em banga Rêbertiyê di cih de dibînin. Weke şexs ez piştgiriyê didim vê bangê. Divê gelê me bi coşeke mezin dakeve qadên Newrozê û ji dil û can em piştgiriyê bidin pêvajoya Rêbertiyê daye destpêkirin.”
'DIVÊ EM XWE DI NAV DE BIBÎNIN’
Ji şahidan Selîm Akinci jî qala bûyerên wê demê kir û got ku gava gelê Kurd a wê demê bûye gava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Akinci, wiha domand: “Beriya PKK’ê jî Kurdan Newroz rojeke girîng ditîin lê bi PKK’ê re ji her alî ve bû rojeke pîroz. Newroz, veguherîn serhildanan. Îro jî dê bi banga aştiyê ya Rêbertiyê bê pîrozkirin. Divê em tevek xwe di vê hemleya Rêbertiyê de bibînin. Divê em bi vî awayî nêz Newrozê bibin û pîrozbahiyeke mezin li dar bixin.”
'DIVÊ EM BIBIN DERWÊŞÊN MANÎFESTOYÊ’
Akinci, daxuyand ku Ocalan di sala 1993’yan de jî heman bang kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de her tiştek di bangê de zelal e. Ji her hevoka Rêbertiyê mirov dikare manîfestoyekê binivîse. Divê hemû jin û mêr bibin derwêşên vê manîfestoyê. Hewceye rê û rêbazên rêxistinî bixin meriyetê, bi nêzikatiyeke zanistî û akademîk bikevin nav gel. Êdî gelê Kurd li her aliyê cîhanê dijî. Em dikarin bibêjin vê tevgerê kesayet, şexsiyetek ji bo vî gelî ava ikir. Di serdema koletiyê Kurdan mirovahî ji xetereyeke mezin xelas kirin. Tu îro jî lê dinêrî, împaratoriya DAIŞ’ê bi saya Kurdan ji holê rabû. Heke li Ewropa û her dera cîhanê mirov bi rehetî maçan temaşe bikin, ev bi saya Kurdan e. Lewma divê em tevek xwe di manîfestoya Rêbertiyê de bibînin. Divê em van fikran bi gelê xwe re parve bikin. Dibe ku nêzikatiyên hestiyar çêbibin lê dema mirov Rêbertiyê dixwîne, wê demê ferq dike bê hemleyeke çiqasî mezin kiriye. Rêbertî, kî li gorî şert û mercên Kurd û Kurdistanê ji bo aştiyê amade be, pê re rûdine û nîqaş dike. Lewma divê gelê me li gorî vê hemleya Rêbertiyê nêzî Newrozê bibe. Divê aştiya mezin li qadên Newrozê bên nîşandan.”
'DIVÊ BI EVÎNEKE MEZIN WERE PÎROZKIRIN’
Ji şahidê Newrozê Kutbettîn Yavuz jî ev tişt anî ziman: “Li ser rêhesinê me xwest gel li dijî provakasyonan paşve vegerînin lê me nekarî pêşiya komkujiyê bigirin. Her roja ez qala wan rojan dikim, dîsa dijîm. Ez wê rojê lanet dikim. Em ê her tim daxwaza azadiyê bikin. Bi banga Ocalan re dê tiştên xweş bibin. Dê biryarê ew bidin. Çi biryarê bidin jî dê ji sedî 90’î gelê Kurd piştgiriyê bide. Mazlum Dogan bi sê zilikê şixatê Newroz pîroz kir û canê xwe feda kir. Ji Mazluman heta niha em deyndarên şehîdan e. Em bi saya wan îro bi rehetî diçin Newrozê. Divê ji 7 salî heta 70 salî xelkê Nisêbînê xwe bi rengên kesk, sor û zer bixemilîne û bi dilxweşî Newroza xwe pîroz bike.”
MA / Ahmet Kanbal