ESKÎŞEHÎR - Parêzer Esra Bîlen diyar kir ku yek ji rojnamegerên girtî Bîlge Aksû di heman demê de nexweşiya gûtê pê re heye û Mehmet Uçar rastî binpêkirinên cuda tên.
Îdianameya rojnamegerên bi navê Mehmet Uçar û Bîlge Aksû ku di çarçoveya lêpirsîna Eskîşehîrê de ku di 26’ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin hê nehatiye amadekirin. Parêzera rojnamevanên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tên ragirtin Esra Bîlen qala binpêkirina mafan a muwekîlên xwe kir.
Esra Bîlen da zanîn ku wan têkildarî binpêkirinên mafan ên ku rojnamegeran di pêvajoya binçavkirinê de jiyane giliyê sûc kirine. Esra Bîlen diyar kir çêkirina nûçeyên çand, huner, ekolojî û nivîsên siyasî weke sûc tên dîtin û wiha got: "Fikir û ramanên ku li gorî îdeolojiya fermî tevnagerin, li ser van fikir û ramanan xebatên çapemeniyê meşandin, gotar nivîsandin û heta fikirandina li ser wan dibin sedemên girtin û darizandinê. Wezîfeya rojnamevanan ew e ku di mijarên civakî de raya giştî ronî bike."
Esra Bîlen da xuyakirin ku hikûmet tehemûlî ti dengekî ku rastiyan îfade dike nake û ji ber vê yekê berê rojnamegeran hedef digire û wiha got:. “Mîna di vê rewşê de hemû xebatên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin. Rojnamevanê ku ji bo nûçeyên xwe qraliyetê werdigire pirsa; ‘Te çima ev berdêl girt?’ Lê belê newergirtina wê berdêlê hem di warê mafên entelektuel û pîşesaziyê de hem encamên hiqûqî hem jî cezayî bi xwe re tîne. Dosyayên bi rê û rêbazên bêbawer hatine vekirin, binçavkirin û girtinên hatine kirin hemû bêhiqûqî ne."
NEXWEŞIYA GUT YA AKSÛ HEYE
Esra Bîlen diyar kir ku muwekîlên wê li girtîgehê rastî lêgerînên tazî tên, xwarin û ava vexwarinê ji wan re nayê dayîn û gardiyanan gotine, "Di dawiya hefteyê de îdare bikin, wê roja duşemê ava vexwarinê bê’. Esra Bîlen diyar kir ku têkildarî binpêkirinan pêvajoya hiqûqî didome. Esra Bîlen nerazîbûn nîşanî vê yekê da ku tevî bi mehan e îdîanameya muwekîlên wê nehatiye amadekirin.
Esra Bîlen diyar kir ku nexweşiya gutê ya Aksû ji nû ve derketiye holê û wiha got: "Em hîn bûn ku ew tenê birine revîrê û li revîrê êşkujan didin wan, lê belê ev êşkuj têrê nakin û tevî vê yekê jî ew sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Em hîn bûn ku belgeyên 'wergirtinê' yên Mehmet Ûçar nîşan didin ku daxwaznameyên wî hatine kirin, nedane wî û heta ewraq û pênûsa ku ji kantînê xwestine jî radestî wan nayê kirin. Em pê hesiyan ku pirtûkên birayê wî jê re şandine nayên teslîmkirin û dema ewil îadeyî girtîgehê hatin kirin, du hefteyan kincên wan ji wan re nehat dayîn."
MA / Enes Beyaz