ENQERE - Zeen ku li Sûriyeyê dijî, diyar kir ku li Sûriyeyê Elewî tên qetilkirin, malên wan tên talanknirin û şewitandin. Zeen, xwest qada navneteweyî li dijî êrişan Elewiyan biparêzin.
Ji 6’ê Adarê heta niha êrişên ser Elewiyan ên li Sûriyeyê didomin. Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku di 14’ê Adarê de hatibûn parvekirin, zêdetirî hezar û 500 Elewî hatine qetilkirin. Welatiyê bi navê Zeen ku li Sûriyeyê dijî û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, têkildarî êrişên li herêmê axivî.
Zeen, da zanîn ku di serdema rejîma Esad de civaka Elewî di nava xizaniyê de hatibû hiştin lewma êşên gelek giran jiyane û wiha got: “Niha jî bi mirinê re rû bi rû ne. Li dijî Elewiyan komkujiyên gelek mezin tên krin. Hinek Elewiyên karîn xwe ji komkujiyê xelas bikin xwe spartine Baregeha Hewayî ya Rûsan a li Hmeymimê. Jin, zarok û alimên olî hatin kuştin. Li her derê noqteyên kontrolê hene. Dema hûn li noqteyeke kontrolê disekinin, li telefona we digerin û mezheba we dipirsin. Heke hûn bibêjin ku Elewî ne, li we dixin. Jin neçar dimînin ku dersokê bixin serê xwe. Xizmên me yên hatin kuştin hene. Bi ser malan de digirin. Li malbatan dixin û ciwanan dibin. Di serdema rêveberiya Esad de hindik jî be ewlehî hebû. Rewşa di serdema rêveberiya Colanî de qet baş nîne. Em her roj di nava tirsê de dijîn.”
CENAZE LI SER RÊYAN E
Zeen, da zanîn ku li herêmên Elewiyan niha Sunî tên bicihkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek tundî li me hate kirin. Gelek mamoste û bijîşk ji kar derxistin û li şûna wan kesên ji Idlibê yên nêzî xwe bicih kirin. Çavkaniyên debarê yên welatiyan tune kirin. Wesayît şewitandin û teqandin. Tu tiştek di destê me de nema. Xwişk-birayên me hatin kuştin, mal hatin şêlandin û kêlûpêl birin Idlibê. Cenazeyan dişewitînin û diavêjin ser rêyan. Em parastineke navneteweyî dixwazin. Bila Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştevaniya me bike. Em dibihîzin; ji bo me protestoyan li dar dixin, li ser me diaxivin lê ji bo niha tişta herî baş parastineke navneteweyî ye. Tenê daxwaza me ew e ku biewle û aştiyane bijîn.”