AGIRÎ -Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakîn daxuyaniya Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de weki "manîfesto" nirxand û got: "Em bang li her kesî dikin ku xwedî berpirsyarî û însiyatîfê bin."
Piştgiriya ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin ku banga 27'ê Sibatê wekî "Manifesto" nirxand, diyar kir ku pêvajoyên aştiyê êşbar in û divê mirpv baldar be.
'MANÎFESTO YE'
Serdar Gunakin da zanîn ku divê ev bang baş bê analîzkirin û got: “Daxuyaniya 27’ê Sibatê ne tenê di rojeva Tirkiyeyê de, di rojeva hemû cîhanê de ye. Ev daxuyanî banga avakirina civakeke demokratîk e ku di duyemîn sedsala Tirkiyeyê de li ser bingehên destûra bingehîn hatiye mîsgerkirin. Ev ne bangek e, manîfesto ye. Ji ber ku li ser wê yekê tê xwestin ku fermana heyî ji hawirdora pevçûnan were derxistin, koçberiyên bi darê zorê bên rawestandin, herêmên leşkerî û qedexe bên rakirin, wezîfedarkirina qeyûman bê rawestandin û binpêkirinên mafan bên rakirin."
Gunakîn anî ziman ku di navbera hevokên daxuyaniyê de tiştên girîng hene û wiha got: “Ev daxuyanî ji bo bidawîkirina pevçûnan û xurtkirina hestên biratiyê, ji nû ve avakirina civakeke ku rêzê li baweriyan bigire xwedî nîzameke demokratîk e. Berî her tiştî, pêwîst e ku hebûna pirsgirêkê qebûl bikin. Êdî ne hewce ye ku li ser Destûra Bingehîn a 1921 an jî li ser rastiyeke kurdî ya ku em ê di qeydên Osmanî an jî di qeydên parlementoyê de lê bigerin, nîqaş bikin. Ji niha û pê ve divê em hebûna pirsgirêkê qebûl bikin, sînorên wê diyar bikin û çareseriyên alternatîf diyar bikin. Zimanê ku em vê yekê bi kar tînin pir girîng e. Di pêvajoya çareseriyê de zimanê çareseriyê yan jî zimanê şer? Li ser vî esasî divê zimanê aştiyê bê bikaranîn."
Gunakin bang li her kesî kir ku "Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê" bi cih bînin û got: "Ne rast e ku li vir tenê behsa Îmralî, Bahçelî û Erdogan bikin û hemû berpirsyariyê deynin ser milê wan. Dibe ku aktorên heyî bibin Mandelayên me, Gandiyên me, lê girtina berpirsiyariyê tenê li ser aktorên siyasî nabe ev dê bibe sedema xapandinê. Li ser vê bingehê pêwîst e hemû rêxistinên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rewşenbîr û akademîsyen bi berpirsyarî rabin."
MA / Omer Akin