EDENE - Sûltanî qala êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin vegot û got: “Ewlehiya canê Elewiyan û Xiristiyanan nîne. Hefteyek berê li herêma me çek li Suniyan hatin belavkirin.”
Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) piştî hilweşandina rejîma Esed rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist. Ji wê rojê heta niha êrişên ser Durzî û Elewiyan didomin. Akademîsyenê Elewî Dr. Rasha Nasser Al-Alî ku di 22’yê Çileyê de ji hêla HTŞ’ê ve hate revandin, hate qetilkirin. Di destpêka meha Adarê de jî li Latiqiyê û Tartusê zarok û jin jî di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di pevçûnan de 745 Elewî hatine qetilkirin. Lê belê tê gotin ku ev hejmar gelek zêdetir e. Hat ragihandin ku di pevçûnên piştî êrişan destpêkirin de ji HTŞ’ê jî 125 kes hatine kuştin. Piştî êrişan, li Latiqiye û Tartusê gelek Elewî neçar man ku warên xwe terk bikin. Di heman demê de li herêmê talan dest pê kir. Gelek dîmen û wêneyên têkildarî êrişên ser Elewiyan li ser medyaya dijîtal hatin belavkirin.
Serokkomarê Sûriyeyê yê “demkî” Ahmet el Şara, komkujî jinedîtî ve hat û tiştên diqewimin weke “fitneyeke nû” nirxand.
Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî êriş şermezar kir û got: “DYA li cem kêmaniyên etnîkî yên Sûriyeyê Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurdan e.”
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî jî diyar kir ku komên girêdayî dewleta tirk û alîgirên DAIŞ’ê ji van êrişan berpirsyar in.
'KESÊN BIYANÎ VAN KOMKUJIYAN DIKIN’
Welatiyekê li herêmên şer lê diqewime dijî û ji ber ewlehiya canê xwe nexwest navê xwe yê rast bibêje û navê “Sûltanî” li xwe kir, têkildarî rewşa li herêmê axivî. Sûltanî, da zanîn ku piştî HTŞ’ê rêveberiya welêt bi dest xistî talan û cînayet dest pê kirine û wiha got: “Em neçarî birçîtî û tîbûnê kirin. Em ji karên me kirin. Febrîqe, santralên ceyranê, trafo heta firin jê kirin û birin. Jin revandin, cotkar û zarok kuştin. Gel birçî û hejar ma. Ji ber talan û cînayetan êdî gel serî rakir.”
Sûltanî, wiha domand: “Demek berê komek hat, qereqolek stand û hin kes kuştin. Gelek kes dîl girtin û revandin çiyê. Dema revandin çiyê jî van qaşo berxwedêr û Suniyan, li dijî Elewiyan cîhad ragihandin. Bi konvoyan hatin gundan û komkujî kirin. Têketin Banyasê. Ji sedî pênciyî Banyasê Sunî û ji sedî pêncî jî Elewî ne. Niha temamiya wê bûne Sunî. Kesên li gundên Daliye û Beytanayê dijiyan ji hêla çeteyên derve hatine ve hatin qetilkirin. Yê ku ev kes şandî Colanî ye. Ji ewil tugaya biyaniyan dikeve hundir û qetil dike. Piştre jî yekîneyên polîsan tên.”
Sûltanî, destnîşan kir ku hinek zarok û jin hatine tecawizkirin û cenazeyên wan bi rojan li kolanan hatine sekinandin. Sûltanî, axaftina xwe wiha qedand: “Li ku derê ronahiyek hebe, li ku derê gundek hebe ketin wê derê. Bêyî pirs bikin ketin malan û her kesî gulebaran dikin. An jî qirika welatiyan dibirin. Yên karîn xwe ji komkujiyê xelas bikin, xwe spartin Rûsyayê. Ewlehiya canê Elewiyan û Xiristiyanan nîne. Hefteyek berê li herêma çek li Suniyan belav kirin.”
MA / Hamdullah Yagiz Kesen