AMED - Baroyên 8 bajaran bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî lêpirsîna têkildarî Hînkerê dan û xwestin kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de duh hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de îro jî Îzzet û Şukran Çinar hatin binçavkirin. Pirtûka perwerdeya zimanê Kurdî “Hînker” ku di sala 2010’ê de hatiye çapkirin û bibandrol e weke hincet hate nîşandan.
Komîsyonên ziman ên baroyên bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî binçavkirinan dan. Komîsyonên Ziman ên Baroyên Amed, Agirî, Êlih, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Şirnex û Wanê di daxuyaniya hevpar de ev bang kirin: “Serdegirtinên malên nivîskarên Kurd û binçavkirina wan hiqûqî nîne. Divê nivîskarên Kurd demildest bên berdan.”
'NABE KU XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ BÊN KRÎMÎNALÎZEKIRIN’
Daxuyaniya hevpar a baroyan wiha ye:
“Em hîn bûn ku îro di danê sibehê de zimanzan Samî Tan li Rihayê, Mevlut Aykoç li Stenbolê û Ronayî Onen jî li Amedê hatine desteserkirin. Bi hinceta derxistina hinkerek a zimanê Kurdî hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin zimanzan in û li ser zimanê Kurdî dixebitin. Binçavkirinên li dijî nivîskar, aktîvîst û zimanzanên Kurdî, hewldana krîmînalîzekirina zimanê Kurdî ye. Bi van operasyonan re aktîvîstên xebatên zimanê Kurdî dikin hedef tên girtin. Krîmînalîzekirina Kurdî, dibe sedm ku gelê Kurd ji xebatên zimanê dayikê dûr bikevin. Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê zimanê fermî nîne û di saziyên cemaweriyê de nayê bikaranîn. Ji bilî vê, ji hêla teorîk ve astengkirinek nîne lê em dibînin ku bikaranîn zimanê Kurdî bi biryarên nehiqûqî tê astengkirin. Mîna van binçavkirinan, biryarên hinek saziyên dewletê dibin sedem ku welatî ji xebatên ziman dûr bikevin. Em careke din bi bîr dixin ku xebatên têkildarî zimanê Kurdî li gorî qanûnan sûc nînin.”
Bi domdarî hate gotin ku bikaranîna zimanê Kurdî ya li hemû qadan û parastina wê, mafê sereke yê hemû Kurdan e û ev tişt hatin parvekirin: “Em jî dê li her derê vî mafî biparêzin. Hînbûn û hînkirina zimanê Kurdî jî di nav de, gefên bi rêya dadgehan li dijî xebatên zimanê Kurdî tên xwarin derhiqûqtî ye. Weke Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyan, em çanda piranîparêz bi bîr dixin. Serdegirtina malên nivîskarên Kurd û binçavkirina wan hiqûqî nîne. Divê nivîskarên Kurd demildest bên berdan.”