AMED - Di danişîna doza rojnameger Hatîce Şahîn de dadgehê biryar da ku biryara qedexeya derketina derveyî welat bidome.
Der heqê xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahînê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin û dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dabû. Piştî biryar ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hatî betalkirin, Hatîce Şahîn jinûve hate darizandin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Hatîce Şahîn û parêzerê wê Bunyamîn Şeker di danişînê de amade bûn.
Hatîce Şahîn xwest di danişînê de parastina xwe bi Kurdî bike. Li ser vê yekê Serokê Dadgehê qanûna “heke ceza lê were birîn dê lêçûnên wergêr ji hêla wê bi xwe ve bê pêşwazîkirin” bi bîr xist. Hatîce Şahîn, got ku haya wê ji rewşê heye. Ji bo pirsa serokê dadgehê ya “Gelo hûn bi Tirkî dizanin?” bersiva “Erê” da. Serokê Dadgehê jî rewş wiha di girtekê de da nivîsandin: “Li gel ku bersûc bi Tirkî dizane jî dibêje ku dixwaze parastina xwe bi Kurdî bike û heke pereyê ji bo wergêr jê re tê dayin di demên pêş de neheqî derkeve dê ji wê were standin û ev rewş pê re hate parvekrin.”
QEDEXEYA KU EV 7 SAL IN DIDOME
Hatîce Şahîn, diyar kir ku li dijî biryara betalkirinê tiştekî bibêje tune ye. Parêzer Bunyamîn Şeker jî da zanîn ku biryara qedexeya derketina derveyî welat a ji bo miwekîla wî ji sala 2018’an heta niha didome, dema di qanûnan de hatiye diyarkirin hatiye derbaskirin û xwest biryara qedexeyê were rakirin.
Dozger jî x west ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat a Hatîce Şahîn bidome û danişîn taloqî 17’ê Hezîranê kir.