ŞIRNEX - Parlamenterên jin ên DEM Partiyê bi daxwaza lêkolînkirina çeteya fihûşê ya ku di nûçe dosyaya ya bi sernavê “Li Şirnexê Şerê Taybet” de cih digirt, pêşnûmeyek da Serokatiya Meclisê.
Parlamenterên DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Ayşegul Dogan, Newroz Uysal Aslan, Oznûr Bartin û Sumeyye Boz, têkildarî “Çeteya fihûşê” ya ku di nûçe dosyeya me ya bi sernavê “Li Şirnexê Şerê Taybet” de cih digirt (https://mezopotamyaajansi42.com/kr/search/content/view/268435?page=1&key=6a1c8ebb0296a9c9d859468c0ac25503), pêşnûmeya lêkolînê dan Meclisê.
Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku avadaniyên tarî û kûr ên ku hêzên ewlekariyê û peywirdarên cemaweriyê jî di nav de ne, têkiliyên xwe yên bi saziyên dewletê re jî bi kar bînin û jin û zarokan bi rêya gef û şantajê neçarî fihûşê dikin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Yek ji van çeteyan di sala 2013’an de li Şirnexê derket holê û îdianameya der heqê 25 gumanbaran de ku berbaz û çawişên pispor jî di nav de ne, 11 sal piştre hate amadekirin.”
Di berdewamiya pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Di sala 2013’an de derketiye holê lê mîna ‘çeteya fihûşê’ ya ku 11 sal piştre îdianameya wê hatiye amadekirin, di Cotmeha 2021’ê de jî hay ji çeteyeke din a li Colemêrg û Şirnexê xebatên xwe dikirin bûye. Wezareta Dadê got ku der heqê vê çeteyê de bi dosyaya hejmar 2021/704’ê lêpirsîn hatiye vekirin lê belê naveroka dosyayê nayê zanîn. Her wiha hat zanîn ku hêzên ewlekariyê yên di doza ‘çeteya fihûşê’ ya Şirnexê de weke bersûc cih digirin ji peywirê nehatine dûrxistin, hêj li ser peywira xwe ne. Her wiha nayê zanîn bê ka kesên negirtî tên darizandin xebatên xwe yên çetetiyê didomînin an na yan jî têkiliya wan bi çeteya di Cotmeha 2021’ê de li Colemêrg û Şirnexê deketî holê re heye yan na.
Di vê çarçoveyê de; ji bo lêkolînkirina ‘çeteyên fihûşê’ yên peywirdarên cemweriyê, hêzên ewlekariyê û cerdevan di nav de cih digirin, ji bo derhîkirina faîlan û berpirsyaran, ji bo rê li ber were girtin ku faîl bi polîtîkaya necezakirinê bên parastin û ji bo pêşîlêgirtina her cureyên tundiyê yên li ser zarokan û ji bo di vê çarçoveyê de polîtîkayên berfireh bên amadekirin, me ji bo vekirina Lêkolîna Meclisê pêşnûmepirs pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.”