AMED - Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê gelek pirtûkên der heqê wan de biryara komkirinê tune ye weke “fikaredar” destnîşan kir. Nivîsên ku navê Abdulah Ocalan tê de derbas dibin, qala îşkenceya polîsan û komkujiyan dikin û hinek beşên ji pirtûkan hatine girtin jî weke hinceta qedexeyê hatin nîşandan.
Serokatiya Lijneya Perwerdeyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Erziromê, bi hincetên cuda pirtûkan nade girtiyan. Piraniya pirtûkên nayên dayin jî der heqê wan de tu biryarên komkirinê yên dadgehê tune ne. Lijneya perwerdeyê, xala 12’emîn a “Talîmata pirtûkxaneyan” weke hincet nîşan dide. Peyvên “Kurdistan” û “Çiya” yên di pirtûkan de jî weke hinceta nedayina pirtûkan tên nîşandan. Serlêdanên girtiyan ên ji bo 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Erziromê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê jî hêj biencam nebûne.
PIRTÛKÊN ‘FIKAREDAR’
Pirtûkên Ferhat Aksoy ên “Dîroka Giştî ya Kurdan (Kürdlerin Genel Tarihi)”, “Qêrineke Bêdeng Rindêxan", “Eslê Kurdan Kurdên proto û Mîtanî (Kürtlerin kökeni proto Kürtler ve Mitanniler)” û “Ji Osmaniyan Heta Roja Me Kurd (Osmanlıdan günümüze Kürtler”nehatin dayin. Ji bo van pirtûkan tu biryarên dadgehê tune ne. Hat îdiakirin ku pirtûkên behsa xeberê “fikaredar” in.
Di lêkolîna lijneyê de, ji bo peyva “Di sedsala 19’emîn de Dewleta Osmanî li ser gelê Kurd zext dikir, gund dişewitand, gel dîl digirt û serê wan jê dikir” ku di rûpelên 198-199’emîn ên pirtûka “Dîroka Giştî ya Kurdan” de cih digire, îdiaya “fikaredar” hate kirin. Lijneyê bi domdarî îdiaya “(...) bêbextî li dîroka me hatiye kirin.” Ji bo gotinên “Di sedsala 19’emîn de Dewleta Osmanî ji bo serdestiyê li Kurdan bike li dijî Kurdan şer daye destpêkirin û hewl da Kurdistanê bixe bin destê xwe” ku di rûpelên 210, 211 û 212’emîn ên heman pirtûkê de cih digirin jî îdiaya “Hewl dan dîroka me reş bikin.”
HINEK GOTIN KIRIN HINCETA ASTENGKIRINÊ
Serhildana Agiriyê û Komkujiyên Zîlanê ku di rûpelên heman pirtûkê yên di 213, 216, 217, 218, 223, 356 û 363’yan de cih digirin jî weke “gef” hate nirxandin. Ji bo agahiyên têkildarî komkujiyê de îdiaya “îftîra” hate kirin. Lijneyê, îdia kir ku di naveroka pirtûkê de “mînakên neyînî” hene. Derxistina beşên “fikaredar” a ji weşanê û piştre dayina pirtûkan jî bi hinceta “zeafiyeta ewlehiyê” nehatine qebûlkirin.
Pirtûka “Eslê Kurdan Kurdên proto û Mîtanî” jî bi hinceta ku hinek beşên parastinên Abdullah Ocalan tê de hatine dayin, weke “fikaredar” hate nirxandin.
Pirtûka “Ji Osmaniyan Heta Roja Me Kurd” jî bi hinceta ku biryara komkirinê heye, hinek gotinên pirtûkên cuda tê de cih digirin, rexneyên têkildarî Komkujiya Ermenan, pişaftin û ji bo bajarê Erziromê gotina “Vîlayeta Erziromê ya di nava sînorên Kurdistanê de” hate astengkirin û nedan girtiyan.
Pirtûka "Qêrîneke Bêdeng Rindêxan" jî bi hinceta ku qala polîtîkayên pişaftinê dike, “fikaredar” hate dîtin.
PEYVA ‘ÇIYA’ WEKE ‘PESINDAYINA RÊXISTINÊ’ HAT HESIBANDIN
Pirtûka “Çiya” ya ji girtî Mazlum Aksaç re hatiye şandin, tevî ku tu biryarên “komkirin” û “desteserkirinê” tune bûn jî di 17’ê Gulana 2024’an de bi hinceta “fikaredar e” nehate dayin. Ji bo peyvên qedexekirina Kurdî, îşkenceyên poLîsan ên li dijî welatî û zarokên Kurd jî weke hinceta “fikaredar e” hatin nîşandan.
Hevoka “Çiya, hevaldost bû. Çiya, bi qasî wan xayin û bêsiûd nebû” jî weke “pesindayina rêxistinê” hate nirxandin.
Pirtûka “Ji Spartekus Heta Mazdek Dîroka Azadiyê (Spartaküs’ten Mazdek’e Özgürlük tarihi)” ku ji girtî Mujdat Akten re hatibû şandin jî bi hinceta ku gotinên Abdullah Ocalan û hinek beşên pirtûka wî tê de cih digirin, nehate dayin.
‘ÎLHAM’ GIRTIN SÛC E!
Pirtûkên “Mehşera Modernîteyê (Modernite’nin mahşeri)”, “Qanûna Îlahî û Civaknasî (İlahi Kanun ve Sosyoloji)”, “Heqîqeta Civakî (Toplumsal Hakikat)”, “Bikene ey Dêrsim (Gülümse ey Dersim)”, “Ji Bo Me Mirin Nîne (Bize ölüm yok)”, “Bîreweriya Min (Hatıratım)” û “Roja Cisaretê Mahîr Çayan (Cesaretin Güneşi Mahir Çayan” jî “fikaredar hatin dîtin. Lijneyê îdia kir ku dayina van pirtûkan dê rê li ber “zeafiyeta ewlehiyê” veke.
Di heman demê de pirtûkên nivîskar Metîn Aktaş ên “Yezda”, “Çiyayê Burseyayê (Burseya Dağı)” û “Segvan (Nişancı)” ku ji girtî Hummet Denîz re hatibûn şandin jî nehatin dayin. Di biryarê de hate gotin ku “li ser berga pirtûkê rengên alaya YPG’ê temsîl dikin hene û di berga piştê de jî stêrk heye” û bi vê hincetê nehate dayin. Têkoşîna YPG’ê ya li dijî DAIŞ’ê weke “pesindayina YPG’ê” hate nirxandin. Pirtûka “Çiyayê Burseyayê” jî bi hinceta rexnekirina êrişa artêşa tirk a li dijî Efrînê jî bi hinceta “gotinên nerast hene” hate astengkirin.
Pirtûka “Segvan” jî bi hinceta nirxandina “serhildana azadiyê ya gelekê tune dihat hesibandin” û nirxandinên têkildarî serhildana Şêx Seîd nehate dayin.
MA / Mujdat Can